DYA’yê daxwaza ‘Lezgîn û mîsoger a agirbestê’ dibe NY’yê

Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA), bi daxwaza lezgîn û mîsoger a li Sûriyeyê pêk were pêşnûmeyeke nû ji bo Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand.

Sefîra DYA’yê ya NY’yê Nîkkî Haley anî ziman ku pêşnûmeyeke ku agirbesta li Sûriyeyê bê ku ‘vî alî wî alî bide’amade kirine.Haley destnîşan kir ku pêşnûme ‘asan’ û wê ‘jêveger’ be û got: “Êdî dem hatiye ku bikevin nava tevgerê.”

Haley destnîşan kir ku nepêkanîna agirbestê ya li Sûriyeyê sûcê Rûsya û Sûriyeyê ye, diyar kir ku pêşnûme agirbestê bi ‘lezgînî’ were pêkanîn.

Agirbesta ku didawiya meha Sibatê ku bi erêkirina KENY’yê ku mehekê hate îlankirin Rûsya û Sûriye bi qismî pêk anî, Tirkiye bi gotina ‘Efrînê nagire nava xwe’ agirbest binpê kiribû. DYA û Fransa jî di nav de gelek welatan daxwaz kiribû ku Tirkiye agirbestê pêk bîne.