DYA’yê alîkariya leşkeri ji bo Misrê cemidand
DYA’yê alîkariya leşkeri ji bo Misrê cemidand
DYA’yê alîkariya leşkeri ji bo Misrê cemidand
DYA’yê alikariya leşkerî ya ji bo Misrê cemidand. Alikariyên ku îsal dihate plankirin bêne dayîn ya ku wek nivê vê alîkariyê tê pejirandin, hate zanîn ku 585 milyon dolar hîn nehatiye dayîn, her wiha nehat zanîn ku pêvajoya alîkariyan wê çi qasî bê cemidandin.
Nûçeya, der barê alîkariya DYA’yê ji bo Misrê kiriba ku hatiye cemidandin ji aliyê ajansa Associated Press ve hate ragihandin. AP diyar kir ku, der barê cemidandina alîkariyê de Serokê DYA’ê Barack Obama Senato agahdar kiriye.
Têkildarî cemidandina alikariya leşkerî bê wê çi qasî berdewam bike de tu agahî nehatin bidestxistin. Alîkarê herî mezin ê artêşa Misrê DYA’yê, her sal 1,1 milyar dolar alîkariya leşkerî dide Misrê.
Di vê navberê de, Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê ragihand ku alikariya pêwîst bû îsal bihata dayîn 585 milyon dolar jê nehatiye rêkirin.