DYA navê welatên di koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih digirin aşkera kir
DYA navê welatên di koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih digirin aşkera kir
DYA navê welatên di koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih digirin aşkera kir
DYA, lîsteya welatên di koalîsyona li hemberî DAIŞ'ê de hatiye avakirin cih digirin, aşkera kir. Di lîsteya ku 38 welat tê de cih digirn, Tirkiyke nîne. Hat ragihandin ku hin welatan jî xwestine navê wan veşartî bimîne.
Di civîna roja Yekşemê ya li paytexta Fransa Parîsê ji bo avakirina koalîsyona li dijî DAIŞ'ê hat lidarxistin de, navê welatên di koalîsyona têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de cih bigirn, hat aşkerakirin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya Biyanî ya Wezareta Karên Derve ya DYA de hat ragihandin ku 38 welat di nava koalîsyonê de cih digirin. Mîna ku dihat payîn Tirkiye di nav de cih nagire.
Hinceta Tirkiyeyê ya ku gelek caran desteka wê ya ji bo DAIŞ'ê hat tespîtkirin, 49 dîlgirtiyên di destê DAIŞ'ê de bû.
Hat hînbûn ku hin welatan nexwestine navê wan di lîsteyê bê dîtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dİ hewldanên navneteweyî de wê li gorî rol û tevkariya welatn lîste bê mezinkirin û nûkirin."
Navê welatên di lîsteya bi navê "Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hewldana navneteweyî ya ji bo alîkariya gelên Iraq û Sûriyeyê" de cih digirn wiha ye: "Arnavûtlûk, Lîga Ereb, Awûstûralya, Awûstûrya, Belçîka, Bûlgarîstan, Qanada, Xirvatîstan, Komara Çek, Danîmarka, Misir, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Gurcîstan, Elmanya, Yewnanîstan, Macarîstan, Iraq, Îrlanda, Îsraîl, Îtalya, Japonya, Urdun, Luksemburg, Holanda, Zelanda Nû, Norwêc, Ûmman, Qatar."