DYA dubare kir ku êrîşa li ser Efrînê cihê fikaran e

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), li şûna ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê helwesteke zelal nîşan bide, hişyariyên xwe yên bi gotina "cihê fikaran e" û "balê ji ser têkoşîna dijî DAÎŞ'ê dibe" dubare kir.

Li rûniştina Komîsyona Hêzên Çekdar a Senatoyê ku li ser budçeya 2019'an hate kirin, Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA (CENTCOM) Joseph Votel bersiv da pirsên senatoran.

Votel diyar kir ku ji ber bandora demdirêj a hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê ew "bi fikar" in û ev yek bala têkoşînê ji ser DAÎŞ'ê dibe. Votel got, niyeta wan nîne ku weke DYA tevlî Efrînê bibe.

General Votal anî ziman ku ew zanin hin hêzên QSD'ê ji bo parastina Efrînê çûne û halê hazir ev yek pêk hatiye.

QSD Û HÊZÊN DIN WÊ JI BO CENEVREYÊ PLATFORMEKÊ AVA BIKIN

General Votel ragihand, QSD û hêzên koalîsyonê 98 ji sedî yê axa ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin rizgar kirine û destnîşan kir ku piştî DAÎŞ qediya wê ev hêz giraniyê bidin ser Cenevreyê. Votel diyar kir, QSD û hêzên din wê di pêvajoya Cenevreyê de ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî platformekê ava bikin.

Joseph Votel işaret bi rewşa Rûsyayê kir û got, di mijarên Tirkiye û YPG'ê de Rûsya hem rê li ber şewatê vedike hem jî mîna ku arkuj e hewl dide xwe nîşan bide. Votel got, ev rewş cihê fikaran e. Li ser pirsekê, Votel diyar kir ku hê zû ye mirov bêje ku rejîma Sûriyeyê li dijî 'mûxalîfan' bi ser ketiye û hêzên mûxalîf hê jî li dijî Esed xetere ne.