Duyemîn rûniştina doza Parka Geziyê pêk hat

Duyemîn rûniştina doza Parka Geziyê pêk hat

Doza çalakiyên Parka Geziyê ya ku bijîşkên bi dilxwazî tevlî xizmetên tenduristiyên bûn jî di nav de ne, bi giştî 255 kes jê tên darizandin, li 55’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê pêk hat.

Îro duyemîn doza Parka Geziyê li 55’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Stenbolê pêk hat. Tevî bijîşk û endamên tenduristiyê bi giştî 255 kes jê tên darizandin. Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Taner Guven, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Umut Oran û Mahmut Tanal jî tevlî rûniştina dozê bûn.

Rûniştina dozê bi tesbîtkirina nasnameyan destpê kir. Piştî îfadegirtinê endamê ewlekariya mizgeftekê weke şahid hate guhdarkirin. Dozger gotina Serokwezîrê Tirk ê wê demê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû di dema mudaxeleya polîsan de  “Bi pêlavan ve ketin mizgeftê û bîra vexwarin", ji  şahid Naif Uçar pirsî û got “Te di destê wan de bîra dît”. Uçar diyar kir ku wî piştî valakirina mizgeftê qûtiyên bîrayê dîtiye.

Dozgeriyê têkildarî girtina 3 kesan biryar da û her wiha biryar da ku kesek ku nehatibû dadgehê bi darê zorê bînin dadgehê.