Dundar: 16'ê Nîsanê dengdana dîktatorî yan jî demokrasiyê ye
Nivîskar-nûçegihan Can Dundar li civîna Demokrasî û Mafên Mirovan a Cinêvê axivî û got, "Gelên Tirkiyeyê 16'ê Nîsanê wê deng bidin demokrasiyê yan jî dîktatoriyê."
Nivîskar-nûçegihan Can Dundar li civîna Demokrasî û Mafên Mirovan a Cinêvê axivî û got, "Gelên Tirkiyeyê 16'ê Nîsanê wê deng bidin demokrasiyê yan jî dîktatoriyê."
Konferansa Demokrasî û Mafên Mirovan a Cinêvê ya ku her sal tê lidarxistin, li Navenda Kongreya Navnetewî ya Cinêvê dest pê kir.
Nivîskar-nûçegihan Can Dundar weke mêvanê taybet beşdarî civînê bû û axaftinek kir.
Dundar di axaftina xwe de got, li Tirkiyeyê darbe li çapemeniyê hatiye kirin û piştî 15’ê Tîrmehê, Erdogan ji hewldana darbeyê sûd wergirtiye, ji xwe re kiriye zemîneke wiha ku bi polîtîkayan xwe jê xurt bike.
Dundar di axaftina xwe de rexne li Ewropayê anî, ji ber sedema bêdengbûna Ewropa ya li kirinên dij-demokratîk a Erdogan û rêveberiya wî ku li Kurdistanê û Tirkiyê pêk tîne. Dundar got, ev bêdengiya Ewropa nayê qebûlkirin.
‘ÇI KESÊ KU LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ NE TÊNE GIRTIN’
Dundar diyar kir ku bi Rewşa Awarte re pir zêde mirov têne girtin û wiha got, ‘’Çi kesê ku li dijî dîktatoriya Erdogan radiwestin têne girtin. Êrîşê dibine ser çapemeniyê. Niha bi dehan nûçegihan di girtîgehan de ne.’’
Dundar referandûma ku 16’ê Nîsanê were kirin bi bîr xist û got, ‘’Di referandûma 16’ê Nîsanê de wê demokrasî yan jî dîktatorî were dengdan.’’