Dûman ê 26 sal in girtî ye dest bi greva birçîbûnê kir

Huseyîn Dûman ku li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê girtî ye û girtiyekî din ê siyasî berî 9 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Huseyîn Dûman ê li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê ya Balikesîrê û girtiyekî din ê siyasî ku navê wî nehate hînbûn, ji bo polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê şermezar bikin û piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya Leyla Guven a 77 roj in dewam dike, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Girtiyên siyasî yên ku ketin greva birçîbûnê 26 sal in girtî ne.

Girtiyên siyasî 15'ê Çileya 2019'an dest bi greva birçîbûnê kirin.