Du rojnamegerên Swêdî li Sûriyeyê hatin revandin

Du rojnamegerên Swêdî li Sûriyeyê hatin revandin

Du rojnamegerên biterûbe ên Swêdî Niclas Hammarstrom û Magnus Falkehed dema ku xwestin ji Sûriyeyê derbikevin ji aliyê kes yan jî komên nasnameyên wan nehatin zanîn ve hatin revandin.

Yek ji berpirsên Çapemeniya Wezareta Têkiliyên Derve ên Swêdê Lena Tranberg piştrast kir ku, du rojnameger roja Şemiyê di demjimêr 11:00’an de dema ku xwestin ji Sûriyeyê derbikevin li ser sinorê Lubnanê wesayîta wan ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate rawestandin û revandin. Hate gotin ku, Balyozxaneya Swêdê ya li Şamê bi Konsolosa Beyrûdê re kete nava têkiliyê û hewilda derbarê aqubeta rojnamegeran de agahiyê bistîne.

Balyozê Swêdê yê Sûriyeyê Niklas Kebbos jî daxuuyaniyek da ajansa TT ya Swêdê û got, ew tam zelal nizanin ka herdu rojnameger li kuderê hatine revandin û diyarkir ku, ji bo agahiyekê bistînin hewil didin xwe bigehînin hemû kesên nas.

Ji rojnamegeran Magnus Falkehed ê 45 salî li Parîsê weke nûçegihan kar dikir. Niclas Hammarstrom ku wênevane, demekê di rojnameya herî binav û deng ya Swêdê Aftonbladet’ê de kar dikir.

Falkehed û Hammarstrom jî beriya vê li herêmên şer ên Iraq û Lîbyayê kar kiribûn. Hevpeyvîna ku Hammarstrom li Sûriyeyê kirî û kovara Cafe weşandî, ji ber vê hevpyevînê îsal ji aliyê kovarekê ve hêjayî “Xelata Rojnamegerê Salê” hatîbû dîtin.