Du kesên azadiya Ocalan xwestin wê ji nû ve werin darizandin

Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, ji bo wê li darxistina kampanya û di formên kampanyayê de hebûna wêneyên Ocalan “Di çarçoveya azadiya fikir û derbirînê de ye.”

Du kesên ku di çarçoveya kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wêne û form belav kiribûn bi “propagandaya rêxsitinê kirine” 10 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku cezayê hatî dayîn “Binpêkirina azadiya fikir û derbirînê ye”.

Li navçeya Baglar a Amedê 6’ê Sibata 2015’an Berrîn Baran Eker û Mûzzaffer Ozbek daxwaza azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên girtî kiribûn û formên ku wêneyên Ocalan li ser bûn dabûn îmzerkirin, bi biryara 2’emîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Tekîrdagê bi hinceta ku werin komkirin hatibûn desteserkirin. Ji ber forma ku daxuyaniya “Forma Îmzeyan a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan”, “Ez piştgiriyê didim daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê. Azadiya Ocalan wê jib o demokratîkbûyîa Tirkiye û pêvjoya aşitiyê ya li Kurdistanê wê pêngavek girîng be” ji bo endamê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Eker û Ozbek bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin.

Doz li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat û ji bo Eker û Ozbet 5’ê Gulana 2015’an bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” ji her yekê re 10 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Di cezayê girtîgehê de biryar hatibû dayîn ku cezayê hatibû eşkerekirin paşve were hiştin. Îtiraza ku ji aliyê parêzeran ve hatibû kirin ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû redkirin.

Parêzer Guleşn Ozbek bi hinceta ku “mafê azadiya fikir û derbirinê hatiye binpêkirin” ji bo muwekîlên xwe serî li Dadgeha Destûra BingehÎn da.

Dadgeha Destûra Bingehîn bi yekîtiya dengan biryar da ku mafê azadiya fikir û derbirinê hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn ku daxwaza tazmînatê red kir ji bo hi holê rakirina binpêkirinê û ji bo ji nû ve darizandina Eker û Ozbek biryar da ku dosyeyê bişîne 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.