Du ji pênc parên hêza DAIŞ'ê hat şikandin

Li gorî daneyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), du ji pênc parên hêza DAIŞ'ê hatiye şikandin.

Bi saya têkoşîna par a li dijî DAIŞ'ê, bi taybetî têkoşîna hêzên Kurdan, hêzeke girîng a çeteyan hatiye şikandin. Hejmara çeteyan daket 12 heta 15 hezarî û emîrên sereke yên çeteyan hatin kuştin.

Korgeneral Stephen Townsend, ku operasyonên DYA bi rê ve dibe, li ser têkoşîna li Sûriye û Iraqê agahî da û diyar kir, li gorî texmînên wan hejmara çeteyan li Sûriye û Iraqê 12 heta 15 hezarî ye. Li gorî daneyên Pentagonê yên salên 2015 û 2016'an, dihat texmînkirin ku hejmara van çeteyan li Sûriye û Iraqê 2 heta 30 hezarî bû.

Townsend da xuyakirin, ku di asta fermandaran de derbeke giran li çeteyên DAIŞ'ê hatiye xistin û bi saya operasyonên 6 û 9 mehên dawî, hema bêjin hemû kesên nêzî Ebûbekir el Bagdadî hatine kuştin.

Townsend anî ziman, tevî lêdana derbên giran DAIŞ hê jî xeteriyeke mezin e û ragihand, li Mûsil a hatiye dorpêçkirin rewşeke bi lez a tinebûna DAIŞ'ê li holê nîne. Tê texmînkirin ku li Mûsilê hê 2 hezar çeteyên DAIŞ'ê hene.