Gotûbêjên li ser tenduristiya Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ku li Berlînê tê dermankirin berdewam dikin. Lê îro rayedarê YNK'ê Dr. Fuad Masûm diyar kir ku rewşa Talabanî ber bi başbûnê ve diçe û dest bi tedawiya fizikî kiriye.
Masûm dazanîn ku ji ber başbûna tenduristiya Mam Celal, komîteya serpereştiya tenduristiya Talebanî aşkere kiriye ku wê cihê wî yê li li nexweşxaneyê veguhisin bo cihê dermankirina fizîkî. Li gorî malpera fermî ya YNK'ê PUKmedia'yê Masûm diyar kir ku êdî Talebanî dikare rabe serxwe û li ser kursiya xwe rûne.
Dr. Masûm di berdewamiya daxuyaniya xwe de van agahiyan da: "Şêwermendê berê yê serokkomar Dr. Ebduletîf Reşîd bi xwe serdana serok Talebanî kir. Ewî got ku Mam Celal her wiha digel mêvanên xwe jî dikare biaxife û bi sê zimanan jî bersiv daye."
Îdîayên derbarê Talebanî de di çapemeniya cîhanê de derketin, pêr ji aliyê Serokkomartiya Iraqê û rayedarên Başûrê Kurdistanê ve hate derewandin. Doh jî berdevka/ê nexweşxaneya Charité ya ku Talebanî lê tê dermankirin got ku ew nikarin tu daxuyaniyek derbarê rewşa tenduristiya Talebanî de bidin.
Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî roja 18ê berfanbara 2012 li paytexta Iraq Bexdayê xwîn rijiya ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê, piştre ew 20ê berfanbarê veguhestin Almanyayê û li nexweşxaneya Charité ya li Berlînê tê dermankirin.