Duyemîn rûniştina doza Rojnamevan Arzû Demîr a ji ber pirtûka wê yên bi navê "Dagin Kadın Hali" û "Devrimin Rojava Halî" li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger Omer Karakaya, der barê nivîskara pirtûka "Dagin Kadın Halî" û nûçegîhana ETHA û ANF'ê Arzu Demîr de ceza xwest. Dozger Karakaya, ji ber pirtûka Demîr bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" xwest bê cezakirin. Demîr diyar kir ku pirtûkên "Dagin Kadın Hali" û "Devrimin Rojava Hali" bûye mexdûrên geşedanên siyasî û wiha got: "Pirtûka min a "Devrimin Rojava Halî di 2015'an de gihişt ber destê xwendekaran. Pirtûk di demek kurd de hat firotin û çapa 4'emîn hat weşandin. Di nava pirtûkên herî zêde tên xwendin de cihê xwe girt. Lê pişti pêvajoya şer û pevçûnê, zextên li ser rojnamegeran û weşanê zêde bû. Hin kesan di medya civakî û malperên înternetê de ez kirim hedef û piştre doz hat vekirin. Piştre pirtûka min hat komkirin. Roja ku Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê biryara komkirinê da, pirtûka min di refên Îtalya de cihê xwe girt. Di nava pirtûka herî zêde tê xwendin de cihê xwe girt. Ger ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd berdewam kiribûya wê der barê pirtûkê de biryara komkirinê nehatiba dayîn."
ROJNAMEVANÎ NE SÛC E
Demîr, di berdewama parastinê de anî ziman ku tu tişt nikare rê li pêş avakirina pergala ku li Rojava tê avakirin bigire wiha got: "Tu tişt nikare rastiya ku li Rojava beytarek, hekîmek, xwendekarek, dayikek, hekîmek û kedkarek malê ya dibe fermandara YPJ'ê angoğ rêveberiya akademiyê biguherîne. Li Rojava her kes dikare bibe her tişt û kes nikare vê rastiyê biguherîne. Min Rojnameerî kir. Min çû li wir dît û tişta ku min dît min nivîsand. Rojnamegerî ne sûc e."
Parêzerê Rojnamevan Arzû Demîr Ali Koç jî anî ziman ku li gorî zagona çapemeniyê tu sedema ku doz bê vekirin tune ye û wiha got: "Pirtûk di 2015'an de hatiye çapkirin. Le doz di gulana 2016'an de hatiye vekirin. Li gorî zagona çapemeniyê şertê ku doz bê vekirin tune ye.
Piştî parastinê Heyeta dadgehê jî ji bo parêzer û Arzû Demîr parastinê bike doz taloqî 19'e Çileya 2017'an kirin.
DOZGER CEZA XWEST
Dozger der barê pirtûka Arzû Demîr a ku çîroka 11 gerîllayên jin girtiye dest û rola jin û mêr lêkolîn dike bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye", "Pesnê sûc û sucdar daye" û "Teşwîkî sûc kiriye" doz vekiribû. Dozger li gorî xala 7/1'an a Têkoşina Zagona bi Terorê re ji salekê heta 5 salan ceza dixwaze.