Dozgerên tetîkkêş ên desthilatê hatin terfîkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê Yuksel Kocaman ê ‘Lêpirsîna Kobanê’ da destpê kirin hate terfîkirin.

Desteya Dozger û Dadgerên Tirk, Serdozgerên Komarê yên Enqere û Stenbolê Îrfan Fîdan û Yuksel Kocaman jî di nav de 11 dadger û dozger ji bo Dadgeha Bilind hilbijartin. 11 endamên nû yên Dadgeha Bilind Îrfan Fîdan, Yuksel Kocaman, Fuzulî Aydogdû, Mehmet Bayhan Seçkîn, Canel Ruzgar, Selfet Gîray, Amet Çîçeklî, Kemal Gungor, Mûstefa Ercan, Mûstefa Dogan, Savaş Şahînbey in.

Lêpirsîna derbarê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûryetê Can Dundar ê ji ber nûçeya TIR’ên MÎT’ê çêkiribû 92 rojan girtî ma li gel Nûnerê Enqerê Erdem Gul Îrfan Fîdan bi rê ve dibir.

Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yuksel Kocaman jî di derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn hatiye girtin de giliyê sûc kiribû.

Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya ji aliyê Kocaman ve tê birêvebirin, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş jî di nav de derbarê 255 siyasetmedarên HDP’î biryara girtinê dabû.