Dozgerê Tirk xwest ceza li Emîne Şenyaşar bê birîn
Dozgeriya Tirk xwest ku bi îdîaya 'Heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî kiriye' ceza li Emîne Şenyaşar bê birîn.
Dozgeriya Tirk xwest ku bi îdîaya 'Heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî kiriye' ceza li Emîne Şenyaşar bê birîn.
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar li navçeya Pirsûs a Rihayê ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Bi hinceta “Heqaret li Yildiz kiriye”, derheqê Şenyaşar de doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hat lidarxistin. Emîne Şenyaşar tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Ahmet Taş û Alî Arslan amade bûn.
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan destpê kir. Piştre jî dozger mutalaa pêşkeş kir. Dozger, bi îdiaya “heqaretê” xwest ku ji 3 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê yan jî cezayê pereyan li Emîne Şenyaşar bê birîn.
Piştre jî ji parêzerên Şenyaşar Ahmet Taş axivî û ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest. Parêzer Alî Arslan jî xwest daxwazên wan ên di rûniştina din de hatine kirin bên nirxandin û got ku wê piştre parastina xwe bikin. Dadgehê, piştî navberê biryar da û danişîn taloqî 20’ê Kanûnê kir.
Bi heman sedemên dişibin hev, ji 9’ê Adara 2021’ê ku Nobeta Edaletê destpê kiribû heta niha derheqê Emîne Şenyaşar de 31 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van 10 jê veguherîn dozê.