Dozgerê Komarê yê Parîsê îro di demjimêrên şevê de têkildarî qetilkirina 3 jinên siyasetmedarên Kurd civînek ya çapemeniyê bide.
Li gorî agahiyên ku ANF’ê bidestxistine Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Molîns îro di demjimêr 17.00’an de li Qesra Edaletê dê civînek ya çapemeniyê li darxîne. Dê Midûrê Polîsan ya Navenda Edlî Chrîstîan Lothîon û Midûrê Polîsên Edlî-Midûriyeta Emniyetê Crîstîan FLaesh jî tevlî civînê bibe. Hate ragihandin ku, civîn têkildarî 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirine.