Dozger xwest Mûrsî bi cezayê darvekirinê bê cezakirin

Dozger xwest Mûrsî bi cezayê darvekirinê bê cezakirin

Dozgeriya Misirê, ji bo Serokkomarê berê yê Misirê Mûhammed Mûrsî daxwaza cezayê darvekirinê kir.

Dozger Emad el Sharawy di daxuyaniya xwe de îdîa kir, ku Mûrsî di dema wezîfeya xwe ya Serokkomariyê de, wî bi xwe û alîgirên wî belgeyên ji aiyê neteweyî ve girîng radestî servîsên îstîxbarata derve, bi taybetî jî îstîxbarata Îranê kirine. Li gorî agahiyên ku dozgeriyê xwe gihandiyê, kesên tên sûcdarkirin ji bo rewşa li Misirê tevlihev bikin, bi rêxistinên radîkal re hevkarî kirine.

Rûniştina destpêkê wê di 26'ê Mijdarê de were kirin.