Dozger tahliya parlamenter Balbay xwest

Dozger tahliya parlamenter Balbay xwest

Mustafa Balbay ê ku di doza Ergenekonê de tahliyeya wî tê nirxandin, dozger tahliya wî daxwaz kir.

Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Mustafa Balbay ku 34 sal û 8 meh ceza girtibû. Parêzerên Balbay hefteya borî daxwaznameyek da dadgeha cezaya giran a 13’emîn ya li doza Ergenekonê dinêre û di daxwazanameyê hate diyar kirin ku Dadgeha Makeqanûnê diyar dikeu dema girtina makul ya Mustafa Balbay û Mehmet Haberal zêde derbas bûye û mafê wan yê hilbijrtinê hatiye binpêkirin. Di daxwaznameyê de tahliyeya Balbay hat xwestin û lê hefteya borî jî ji dadgehê biryar derneket.

Parêzerên Balbay Ulaş Ozkan û Oktay Yilmaz ji bo biryarê îro ji bo bi heyeta dadgehê re hevdîtinê bike çû Sîlîvriyê.

Dozgerê li doza Ergenekonê dinihêrt, diyar kir ku divê Mustafa Balbay bê tahliyekirin. Mutalaya der barê taliyekirina Balbay de di hesabê Twîtterê de wiha hat gotin: Li gorî agahiyên ku parêzerên me bidestxistine dozger daxwaza tahliya Balbay kiriye. Em li bende biryara taliyekirina dozgerin. Hêvidarîm îro vê agahiya xweş bi we re parve bikin.”