Dozger: Ez rayedarên payebilind lêpirsîn nakim

Dozger: Ez rayedarên payebilind lêpirsîn nakim

Dozgerê Demî Komarê yê Eyubê Alî Îhsan Demîrel ji ber ku 13 sal e lêpirsîna der barê Komkujiya Girtîgeha Bayrampaşayê temam nekiriye, kesên zane der barê wî de rapor amade kir. Demîrel ku parastina xwe şand HSYK’ê, wek îftereyekê ye.  Demîrel da zanîn ku ligel ku dem bi dem rayedarên payebilind yên dewletê dihatin gilîkirin  jî der barê wezîr û fermandarên wê demê de tu tişt nekiriye.

Mufettîşên Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK), der barê dozgerê komarê yê Eyubê Alî Îhsan Demîrel de ji ku ev 13 sale Lêpirsîna Komkujiya Girtîgeha Bayrampaşayê temam nekiriye,raporên wekê bila ‘ji peywirê bê girtin’, ‘bila bê darizandin’ hatin dayîn. Parastina Demîrel ya ku pêşkêşî HSYK’ê kir wek îftereyekê ye.

Dozger Demîrel di parastina xwe de bibîrxist ku der barê parêzer Omer Kavîlî, Kemal Aytaş, Guçlu Sevîmlî û Oya Aslan, wezîrê dadê, karê hundir, yê tenduristiyê yê demî de, fermendariya Giştî ya Cendermeyan, Fermandariya Herêmî ya Cendermeyan a Stenbolê, Fermandariya Cendermeyan a Stenbolê, Midûrê Giştî yê Ceza û Tevkîfê, Serdozgerê Komarê  yê Stenbolê, Dozgerê Girtîgehê yê Stenbolê de gilî hatine kirin.

Demîrel îtîraf kir ku der barê van gilîkirinan de tu kar û barê fermî nekiriye.

Dozger giştînameya hejmar B.03.0.CIG.0.00.00.0.3.3.15/72 a sala 1998’an ya wezareta dadê bibîrxisû got: “Li gorî sifata peywira min, li dijî giştînameya mijara gotinêye ne mumkun bû ku ez der barê kesên di peywirên paye bilind yên dewletê de xizmet kirine de lêpirsînê bikim.  Kesên hatibûn gilîkirin, darizandina wan ne mumkun bû bi sifata gumanbariyê bê darizandin.

TENÊ 33 LEŞKER TÊN DARIZANDIN

Dozger Alî Îhsan Demîrel heta niha di nava 13 salan de der barê 39 leşkeran de doz vekir. Doza di meha gulana 2010’an de li 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoy hat vekirin didome.