Dozger di rûniştina yekemîn de ji bo Rojnamevan Aslan ceza xwest
Dozger di rûniştina yekemîn a doza Rojnamevan Ceren Asli Aslanê de bi îdîayên “propagandakirina rêxistinê” ceza xwest. Rûniştin taloqî 6’ê Îlonê hate kirin.
Dozger di rûniştina yekemîn a doza Rojnamevan Ceren Asli Aslanê de bi îdîayên “propagandakirina rêxistinê” ceza xwest. Rûniştin taloqî 6’ê Îlonê hate kirin.
Rûniştina yekemîn a doza der heqê Gerînendeya Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gelecek Ceren Asli Aslan, îro hat dîtin.
Aslan ji ber nûçeyên di hejmara 12. a rojnameyê û ji hejmarek Kovara Yenî Demokratîk Gençlîk tê darizandin.
Aslan parastina xwe kir, diyar kir ku bi şerê ji 7’ê Hezîranê ve çapemeniya azad tê hedefgirtin, got: “Der heqê gelek rojnamevanî de doz vebûn. 13 nûçegîhanên DÎHA’yê girtîne. Rojnamevanên rastiyan dinivîsîn wek hedef tên nîşandan. Ji ber rojnameya me jî rastiyan digihîne gel, bû hedefa lêpirsîn û dozan.”
Aslan got wê di weşanê xwe de alîgirtiya bindestan bidomîne û wiha dom kir: “Yek ji nivîsên ku daraza min li ser tê kirin jî têkîldarî kuştinên jinan e. Li ser van axan jin hem ji aliyê dewletê hem jî ji aliyê zilam têne kuştin. Gel mafdar ku vê bizanibe. Li dijî berevajîkirina medyayê ez ê rastiyan binivîsim.”
Piştî parastina Aslan, dozgar mutalaa pêşkêş kir, xwest rojnamevan bi “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin.
Pişte parêzer Aylîn Kirikçû axivî, parastina muwekîla xwe kir, got ev darizandin tê wateya binpêkirina azadiya îfade û çapemeniyê. Her wiha ji bo parastinê jî dem xwest.
Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 6’ê Îlona 2016’an kir.