Dozger di derbarê êrîşa li dijî Wekîl Buldanê biryara neşopandinê da

Dozger di derbarê êrîşa li dijî Wekîl Buldanê biryara neşopandinê da

Êrîşa polîsan ya bibombeyên gazê ya li dijî parlementera BDP’ê Buldanê dê bêceza bimîne. Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Huseyîn Goruşen di derbarê serlêdana Wezîrê Navxweyî de biryara neşopandinê da.

Serdozgeriya Komarê ya Enqreyê biyar da ku ji ber sedema tundiya polîsan ku zenda lingê Wekîla Seroka BDP’ê Pervîn Buldan şikandiye pêwîstî pênîne di derbarê Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn de lêpirsîn were vekirin.

Wekîla Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan di 14’ê Tîrmeha 2012’an de li Amedê rastî êrîşa polîsan hatibû. Di êrîşa polîsan de bombeya gazê li zenda lingê Buldanê ketibû û du hestiyên di zendê de şikandibûn. Dixtor 45 rojan rapora îstîrehetê dabû.

DELÎL NEHATIYE DÎTIN

Buldanê piştî êrîşê di derbarê Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn de ji sûcên “Bizanabûn birîndar kirin, îşkence, eziyet, gef, kes ji azadiya wî mehrûm kirin, hizûr û aramiya kes xirab kirin, heqaret, bizanabûn ewlekariya giştî xistina xeteriyê, sînorê bikaranîna hêzê derbaz kirin, peywir xirab bikaranîn, wesayîtên cemawerî ji bo sûc bikaranîn”ê giliyê sûc kiribû.

Wekîlê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Huseyîn Goruşen serlêdan nirxand û bibîrxist ku, ji ber madeya 100 ya Makezagonê û madeya 107’mîn rêziknameya hundir ya Meclisê, rayeya lêpirsînê ya Wezîr Şahîn di destê Meclisê de ye. Goruşen diyarkirin di derbarê Şahîn de ti delîlên sûç teşkil bikin nedîtin û biryara nedarezandinê da.