Dozger daxwaza girtina êrîşkarê bisator kir

Dozger daxwaza girtina êrîşkarê bisator kir

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serbest berdana êrîşkar Sebrî Çelebî yê bi satorê êrîşî welatiyên ji bo Parka Gezî çalakî pêkanîn îtîraz kir.

6’ê Tîrmehê li Talîmhaneyê welatiyên ku ji bo Parka Gezî çalakî pêkanîn, êrîşkarê binavê Sebrî Çelebî bi satorê êrîşî welatiyan kir, piştî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û aliyê dadgehê ve serbest hate berdan, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îtîraz kir. Piştî ku dosya lêpirsînê dan dozger Veysî Buyukkiliç, dozger Buyukkiliç dosya lêpirsînê lêkolîn kir û serbest berdana Sebrî Çelebî îtîraz kir. Dozgeriya ku li Dadgeha Cezayê Sulh îtîraz kir, hinceta “mahiyeta sûc û wesif, rewşa delîlên heyî” û daxwaz kir ku Çelebî bê girtin.