Doza xwendekarên tibê sibê dest pê dike

Doza xwendekarên tibê sibê dest pê dike

Doza 43 xwendekarên Tibê ku 13 girtî ne û di bin navê KCK’ê de li Enqereyê pêk hatibû sibê dest pê dike.

Di bin navê KCK’ê de di 6’ê hezîranê de xwendkerên tipê yên Zanîngeha Gazî û ya Hacetepeyê ya Enqereyê hatibûn binaçvkirin. Ji 43 xwendekaran 13 heb hatin girtin û îdianameya der barê xwendekaran de hatibû amadekirin ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezaya Girana Enqereyê ve hat qebûlkirin. 13 jê girtî 43 xwendekar bi sûcdariya ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Ligel ku tevli avabûna hiyerarşî ya nava rêxistinê nebûye bi zanebûn û daxwaz alîkarî dane PKK/KCK’ê’ dê bên darizandin.

Yekemîn danişîna dozê sibê dest pê dike û der barê wan de heta 15 sala ceza tê xwestin. Doza 13’emîn Dadgeha Cezaya giran a Enqereyê dê bê dîtin û saet di 10.00’an dest pê dike. Îdianame ji 129 rupelî pêk tê û xebatên xwendekaran bi xwendekarên tenduristiya azad a bin bana KCK’ê ve tên girêdan.

Navê xwendekarên sibê tên darizandin wiha ne: “Tuncay Gokçen, Ahmet Demîrel, Recep Kar, Zulkuf Akelma, Mustafa Karakurt, Ozgur Mert Bakan, Perîşan Akan, Mustafa Akin, Mehmet Budak, Mehmet Aydıin, Fatih Sultan Akin, Ahmet Karer Yurtdaş, Birhat Şimşek, Azad Ozdemir, Eren Îlhan, Mustafa Karataş, Sedat Yildirim, Laleş Tunç, Hakan Altindag, Alev Boz, Şeyhmus Ergîn, Şengul Yildiz, Çaglan Çavuşoglu, Sera Şimşek, Îbrahim Fuat Akgul, Serap Tutuş, Esat Yetkin, Gulçîn Korkut, Şeyhmus Atîk, Nurcan Duran, Danyal Gumuş, Turgay Top, Işin Çelîk, Zakîr Gezici, Akin Taş, Nurettin Tanriverdi, Elîf Bagriyanik, Akîf Çalişci, Firat Kaya, Deniz Topçu, Hazel Delal Kara, Burak Taş û Baran Kiliç.”