Doza Sereke ya ‘KCK’ Stenbolê biparastina Yilez didome

Doza Sereke ya ‘KCK’ Stenbolê biparastina Yilez didome

8’mîn rûniştina doza sereke ya ‘KCK’a Stenbolê destpe kir. 8’mîn rûniştina doza sereke ya ‘KCK’a Stenbolê ku 91’ê jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafê mirovan têne darezandin, bi parastina endamê BDP’ê Ihsan Yilez destpê kir.

Rûniştina dozê ku li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêktê, 82 siyasetmedarên Kurd ên girtî beşdarbûn. Di rûniştinê de di nav de Prof.Dr. Buşra Ersanli jî heyî 7 siyasetmedar û aktîvîstên mafê mirovan amadebûn. Serokê PEN ê Norweçê William Nygaard, Şêwirmenda wî Sara Whtgatt, Serokê PEN’ê ê Navendî ê Tirkiyeyê Tarik Gunersel jî heyî gelek xizmên girtiyan weke temaşevan beşdarbûn.

Rûniştinê bi parastina endamê BDP’ê Ihsan Yilez destpê kir. Yilez kesên li salonê silav kirin û dest bi parastina xwe kir. Yilez balkişande ser ku, du sale girtiye û got, gelek tiştên ku ne aydê wî ne weke delîlên sûc xistine nava dosyayê de. Yilez da diyarkirin ku, di dema serdegirtina male de nivîsandinekî ya nirxandina derbarê hilbijartinên giştî de heye û got: “ Ji xwe xwendin û nivîsandina min jî baş nîne. Nivîsa li mala min jî hate dîtin ne aydê mine. Di dema serdegirtinê de polîsan têkildarî naveroka nivîsê agahî nedan min, min jî ne dizanî çiye û min îmze kir. Piştre weke sûc xistin nava dosyaya min.”

Rûniştin bi parastina Yilez didome.