Doza Salih Muslim a li Çekayê betal bû!

Doza Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim a li Çekayê betal bû. Dadgehê ‘daxwaza radestkirinê’ red kir.

Doza Hevserokê Berê yê PYD’ê Salih Muslim ê li ser daxwaza Tirkiyeyê bi îdîaya radestkirinê ya li paytext Prag a Çekayê hatibû vekirin, betal bû.

Dadgehê biryara radestkirina Muslim red kir û biryar da ku dikare li hemû welatên Ewropa bi dilê xwe biger. Biryar ji bo parêzerên Muslim bi fermî hate ragihandin.

Hevserokê Berê yê PYD’ê Salih Muslim 25’ê Sibatê dema ji bo tevlî konferansekê bibe çûbû Pragê hatibû binçavkirin. Li ser daxwaz û hewldanên hikûmeta Tirk derketibû holê Muslim hatiye binçavkirin, dadgeha Çakayê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Dadgeha Çeka ya ku Muslim serberst berada, dosya bi temamî girt.