Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin

Doza rojnameya Ozgur Gundemê ya ku Hevgerînendeyê Weşana Giştî Huseyîn Aykol û Gerînendeya Karê Nivîsan Reyhan Çapan û ya nivîskarên wê dihat darizandin, taloqî 22’ê Hezîranê bû.

Ji ber nûçeya di 8’ê Îlona 2015’an a ‘Qesr dîn bû’ a rojnameya Ozgur Gundemê ya ku piştre bi KHK’ê hatibû girtin, doz li rojnameyê hatibû vekirin.

Bi îddîaya ‘heqaret li serokkomar kiriye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz li Hevgerînendeyê Weşana Giştî Huseyîn Aykol û Gerînendeya Karê Nivîsan Reyhan Çapan û nivîskarên rojnameyê Hasan Başak û Kemal Aykût hatibû vekirin.

Heyeta dadgehê biryar da ku bila pêkanîna biryara girtina derbarê Hasan Başak û Kemal Yakût were sekinandin û rûniştina dozê taloqî 22’ê Hezîranê kir.