Li Enqereyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ’Ê 103 kes hatibûn qetilkirin. Rûniştina doza vê qetlîamê li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn hate kirin.
Beriya rûniştinê li ser navê malbatan Komeleya Aştî û Hevgirtinê ya 10’ê Cotmehê daxuyanî da. Rêxistinên civaka sivîl, nûnerên rêxistinên ked û pîşeyan û namzetên HDP’ê yên Enqereyê Nazim Kûrt û Velî Saçilik tevlî daxuyaniyê bûn.
Seroka komeleyê Mehtap Sakîncî diyar kir ku heta îro di rûniştinan de bi pêş ve gav nehatiye avêtin.
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ ERDOGAN
Namzetê parlementeriyê yê HDP’ê yê Enqereyê û birîndarê 10’ê Cotmehê Nazim Kurt axivî. Kûrt got ku, “Em qatilan nas dikin. Em şirîkên DAÎŞ’ê ji Sûrûc û Amedê û ji qetlîamên din nas dikin. Van kesan nexwestin zarokên behran û zarokên çiyayan bigihêjin hev.”
SEROKÊ DADGEHÊ EYWAN TERIKAND!
Di rûniştinê de parêzerên gilîkar nerazîbûn nîşan dan. Parêzerên gilîkar diyar kirin ku delîl nehatine komkirin û divê peywirdarên raya giştî jî di vê dozê de werin darizandin. Di dema nerazîbûnan de Solmaz Kiliç a ku ew jî malbateke 10’ê Cotmehê ye, li eywanê ji ser hişê xwe çû.
Serokê dadgehê jî li hemberî nerazîbûnan cubbeyê xwe derxist û got ku “Hûn nikarin dadgehê bidarizîn” û eywan terikand. Rûniştin ew ê piştî nîvro bidome.