Doza PKK'ê li ber destê Dîwana Edaletê ye

Doza ku ji bo navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin hate vekirin, 16'ê Nîsanê wê li Dîwana Edaletê ya Ewropayê dest pê bike.

Ji bo PKK li nava 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, li Dîwana Edaletê ya Ewropayê doz hate vekirin. Rûniştina dozê wê 16'ê Nîsanê roja Duşemê dest pê bike.

Ji sala 2002'an û vir ve navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê hatiye bicihkirin. Li dijî vê lîsteyê, ku serê şeş mehan carekê tê nûkirin, bi navê rêveberên PKK'ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan Buroya Hiqûqê ya Prakken d'Oliveira ya li Hollandayê beriya niha îtiraz li lîsteyê kiribû û piştre li Dîwana Edaletê ya Ewropayê doz hatibû vekirin.

Rûniştina dozê ku 1'ê Gulana 2014'an hate vekirin, wê hefteya bê roja Duşemê dest pê bike. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û ji Komeleya Demokrasî û Mafên Mirovan a Navneteweyî (MAF-DAD) parêzer Mahmût Şakar li ser dozê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivîn.

Parêzer Şakar got, "Di vê dozê de daxwaza bingehîn, derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ye" wiha dewam kir: "16'ê Nîsanê wê rûniştin bê kirin. Wê tenê rûniştinek be. Dadgeh wê piştre di demeke pêş de biryara xwe eşkere bike."

Tê texmînkirin ku biryar Îlon an jî Cotmehê bê eşkerekirin û wê mafê aliyan hebe ku li ber biryarê rabe. Rêveberên PKK'ê yên serlêdan kirin wê ji aliyê parêzer Marieke van Eik û Tamara Buruma bên temsîlkirin.

Parêzer Şakar got, "Tirkiye bi navê xwe di vê dozê de nebe jî, li navenda mijarê ye" û bi dewamî got, "Konseya Yekîtiya Ewropa, Komîsyona Ewropa û Îngilîstan ji bo PKK di lîsteyê de bimîne tevlî dozê bûne. Welat û saziyên ku ji bo PKK di lîsteyê de bimîne çi ji wan tê dikin, ya rast bi navê Tirkiyeyê wê li dozê amade bin. Wê parêzeriyê ji Tirkiyeyê re bikin."

BIRYAREKE NEHEQ Û SIYASÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî xistina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê weke biryareke neheq û siyasî' bi nav kir û got, "Neheqî ye ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi terorîstiyê bê sûcdarkirin. PKK li ser daxwza Tirkiyeyê di lîsteyê de hate bicihkirin."

NE 'TEROR' E, ŞERÊ ÇEKDARÎ YE

Aydar da xuyakirin ku dema ew rewşê li gorî krîteran binirxînin wê were dîtin ku ya diqewime 'teror' nîne, ya heyî şerekî çekdarî ye di navbera dewletê û rêxistineke ne dewlet de diqewime. Aydar destnîşan kir ku divê dadgeh li gorî vê yekê biryarê bide û wiha dewam kir, "34 sal in şerekî çekdarî diqewime. Di rewşekê de ku mafên gelekî hatine desteserkirin, mafê wî gelî ye ku li dijî êrîşan xwe bi rengekî çekdarî biparêze. Di hiqûq û peymanên navneteweyî de cihê vê yekê heye. Ev yek divê ne weke hiqûqa terorê, lê weke hiqûqa şer bê nirxandin. Ev bûyereke terorê nîne, bûyerek nîne ku êrîş li sivîlan tê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê rewşa gelê Kurd bê dîtin û di vê çarçoveyê de biryarek were dayin."

TERORA TÊ KIRIN, TERORA DEWLETÊ YE

Aydar anî ziman ku êrîşkariya Tirkiyeyê ne tenê li Tirkiyeyê, lê li her çar aliyên cîhanê li dijî Kurdan e û got, "Kesekî weke Tayyîp Erdogan serkêşiyê ji Tirkiyeyê re dike. Ev kes şexsekî welê ye ku bûye belayê serê cîhanê. Êrîşî Başûr û Rojava dike. Tîmên xwe dişîne Ewropayê û hewl dide sûîqestan bike. Li Parîsê sûc kir, 3 siyasetmedarên Kurd kuşt. Ev yek skandaleke mezin e. Di lêpirsînên dadgeha Parîsê de bi belgeyan eşkere bû ku dewleat Tirk ev kiriye. Ev zelal e. Ev yek jî nîşan dide ku bûyer şerekî çekdarî ye û eleqeya xwe bi terorê re nîne."

Zubeyîr Aydar bal kişand ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk zêdeyî 30 sal in li dijî Kurdan dike û got, "Eger wê qala terorê bê kirin, navê vê yekê terora dewletê ye."

ŞAŞIYA 16 SALAN DIVÊ BIQEDE

Parêzer Şakar jî got, çêkirina lîsteya terorê ji bingehên hiqûqî zêdetir bi têkiliyên berjewendiya polîtîk hatiye danîn, ji bo vê jî Konseya Yekîtiya Ewropa bi hincetên bêbingeh, ji rêzê PKK'ê hê jî di nav lîsteyê de hiştiye. Şakar got, "Ez li bendê me ku ev dadgeh hincetên ku PKK'ê di nav lîsteyê de dihêle red bike."

BIRYARA KU WÊ DERKEVE  WÊ XWEDÎ KARÎNEKÊ BE

Şakar diyar kir ku biryara wê derkeve wê xwedî karînekê be û got, "Helbet biryara ku wê derkeve wê li ser Yekîtiya Ewropayê xwedî karînekê be. Biryara erênî beriya her tiştî wê neheqiyekê ji holê rake. Wê bike ku gelê Kurd û daxwazên wan ên meşru werin dîtin û bi taybetî di qada navneteweyî de wê rê li ber veke ku desteka ji bo Kurdan zêde bibe û her wiha siyaseta îmha û înkarê ya Dewleta Tirk jî wê derbê bixwe û ev ê  rê li ber deriyên çareseriyê veke."

BIRYARA BELÇÎKAYÊ MÎNAK E

Şakar bal kişande ser biryara 'PKK ne rêxistina terorê ye' ya  dadgeha Belçîkayê, ku Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal jî di nav de 36 kes lê dihatin darizandin û got, "Bi ya min dive ev dadgeh guhd bide vê biryarê. Ji ber ku cara pêşî ye ku dadgeheke Ewropayê dibêje PKK ne terorîst e, li welêt şer heye û PKK jî aliyekî şer e." Şakar got bi ya wî ev ê bandorke erênî li biryara dadgehê bike.

16'Ê NÎSANÊ LI LUKSEMBÛRGÊ

Dîwana Edaletê ya Ewropayê dadgeha herî bilind a Yekîtiya Ewropayê ye. Li nava welatên Yekîtiya Ewropayê, di mijarên hiqûqa Yekîtiya Ewropayê de gotina dawî ji aliyê vê dîwanê ve tê gotin.

Dadgeh ji du beşan pêk tê. Dadgeha giştî ku weke dadgeha dereceya destpêkê dixebite û Dîwana Edaletê ku cihê temyîzê ye. Doza ku ji bo navê PKK'ê ji lîsteyê bê derxistin hate vekirin, wê li Dadgeha Giştî pêk were.

Ji bo rûniştina dozê, hiquqnas û endamên rêxistinên civaka sivîl hatin vexwendin. Dadgeh wê li gel vekirî be. Ên ku dixwazin temaşe bikin bêyî ku pêşqeydê bikin dikarin werin dadgehê.

Rûniştina dozê wê 16'ê Nîsanê roja Duşemê saet 09:30'î li Luksembûrgê pêk were. Rûniştina dozê wê li her kesî vekirî be. Ji bo tevlîbûnê jî pêwîstî bi qeydkirina nav nîne. Navnîşana dadgehê:

General Court Rue du fort Niedergrünewald
Kirchberg
L-2925 / Luksemburg

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA