Doza Komkujiya Parîsê wê li Dadgeha Cezayê Giran a Taybet a Parîsê pêk bê

Bersûcê qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd wê li Dadgeha Cezayê Giran a Taybet a Parîsê bê darizandin. Lêpirsîn îstixbarata Tirk nîşan dide.

Lêpirsîna têkildarî doza yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin temam bû û dosya şandin dadgehê.

Li gor ajansa nûçeyan a Fransa AFP'ê bersûc Omer Guney wê li Dadgeha Cezayê Giran a Taybet a Parîsê bê darizandin.

Bersûcê qetilkirinê bi "Bi têkiliya rêxistineke terorê re pêkanîna cinayetê” tê sûcdarkirin. Dîroka doza hê zelal nebûye. Dadgeha Cezayê Giran a Taybet a Parîsê li dozên têkildarî sûcên terorê dinêre.

Lêpirsên nîşan dide ku komkujî bi sorkirina Rêxistina Îstixbarata Tirk (MÎT)’ê û amadekariya wê hatiye kirin. Lê têkildarî mijara komkujî bi biryara civîna dewleta Tirk hatiye kirin tespîtek nayê kirin.

Di lêpirsînê de tê diyarkirin ku Omer Guney sîxurê MÎT’ê ye ji bo casûsî û sûîqestê ketiye nav tevgera Kurd.