Doza komkujiya Enqereyê: Têkoşîna me hînê nû dest pê dike

Malbatan bêhiqûqiya di Doza Komkujiya Enqereyê de tê kirin şermezar kirin. Parêzer Ozdogan got, "Dadgeh berpirsyaran dibîne. Lewma bi lez û bez dixwaze biryarê bide."

Di Doza Komkujiya Enqereyê de piştî ku dozger nêrîna xwe eşkere kir, bûyer derket. Heyeta dadgehê xwest cihê rûniştinê biguherîne, lê malbatên qurbaniyan li ber rabûn. Malbatên ku li ber Ediyeya Enqereyê li hev civiyan, wêneyên qurbaniyan hildan û dirûşmên "Em daxwaza edaletê dikin", "Kujer DAÎŞ, hevkar AKP", "Ev hîn destpêk e, wê têkoşîn bidome", "Sekn nîne, berxwedan heye" û "Dewlet a kujer wê hesab bide" qîriyan.

Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, Nazim Karakûrt, Îshak Kocabiyik, Emîne Kaya û parêzerên malbatên mexdûran di dema daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn.

'TÊKOŞÎN DEST PÊ DIKE'

Bi navê malbatan, Seroka Komeleya 10 Ekîm parêzer Mehtap Sakîncî Coşgûn peyivî. Coşgûn işaret bi nêrîna dozger kir û diyar kir ku ew ji niha ve dikarin bibînin bê biryara dadgehê wê çi be. Coşgûn got, "Darizandin wê di navbera 31'ê Tîrmehê-2'ê Tebaxê de biqede. Em ji niha ve bi biryara ku bê dayin zanin." Coşgûn destnîşan kir ku têkoşîna wan ji niha û pê ve dest pê dike.

Coşgûn got, hêza li hemberî me çi dibe bila bibe, wê nikaribe me bitirsîne.

Namzeta HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû got, "Sindoqên me jî, dozên me jî bibin ku derê bila bibin, em ê li wir bin. Em ê wan darizînin."

Ji parêzerên dozê Nûray Ozdogan jî li ser rûniştina dozê bi kurtasî agahî da û got, "Heyeta dadgehê destpêkê xwest ji salonê derkeve û rûnişteke ku malbat lê nînin bike. Piştî ku ev nehate qebûlkirin, bersûc nexist salonê. Ev yek biryareke ku hewl tê dayin bi lez û bez were dayin. Ev komkujî işaretê bi hinekan dike. Em ê vê yekê kifş bikin. Gotin ku 'cihê rûniştinê biçûk e', ev derew e û em ê li ber rabin. Em ê giliyê emniyetê û dozgeran bikin. Ev doz wê 31'ê Tîrmehê neqede. Em berpirsyaran dibînin, dadgeh jî dibîne û ji ber vê yekê bi lez û bez dixwaze biryarê bide. Heta ku yên DAÎŞ'î anîne Tirkiyeyê bên darizandin em ê şopdarên vê pêvajoyê bin."