Rûniştina destpêkê ya doza komkujiya Enqereyê, ku di encama êrîşa hevkariya Dewleta Tirk û DAIŞ'ê de 101 kesî jiyana xwe ji dest dan, li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam dike.
Tevî malbatên qurbaniyan, hêzên ked û demokrasiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, parlamenterên HDP û CHP'ê tevlî rûniştinê bûn.
Gelek mirovên di komkujiyê de birîndar bûn û parçeyek ji bedena xwe winda kirin, beşdarî rûniştinê bûn û lêgerîna xwe ya li edaletê dewam kirin.
Bersûc Îbrahîm Halîl Akçay, Resûl Demîr, Huseyîn Tûnç, Mehmedîn Baraç, Nîhat Urkmez, Hakan Şahîn, Yakûp Şahîn, Yakûp Karaoglû, Metîn Akaltin, Erman Ekîcî, Bûrak Ormanoglû û Haci Alî Dûrmaz anîn dadgehê. Ji bersûcan bi tenê Yakûp Yildirim ê bi rengekî negirtî tê darizandin, nanîn.
Bersûcên DAIŞ'ê bi ewlekariyeke bilind a jendermeyan ketin hundirê salonê. Malbatan jî nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û gotin, "Hûn kujeran diparêzin."
PARÊZERÊN BERSÛCAN XWE VEDIKIŞÎNIN
Parêzer Nîlufer Yolcû ku ji aliyê CMK ve ji bo bersûcê Mehmet Kadîr Cebael ê di teqîna 16'ê Cotmehê de xwe teqand, hatiye wezîfedarkirin got, "Ji ber berpirsyariya min a wijdanî ez bersûc naparêzim. Ez dixwazim xwe vekişînim." Parêzer Yoldû da xuyakirin, ku xwe vekişandina ji vê yekê wê daxwazname ji rêveberiya baroyê re nivîsandiye, lê belê baroyê bi gotina, "hinceta hiqûqî nîne" ev daxwaz red kiriye.
Parêzerê bersûc Yakûp Şahîn jî bi gotina "ne li gorî felsefeya min e" û xwest xwe vekişîne.
Di qonaxa destpêkê ya rûniştinê de 10 parêzerên bersûcan xwe vekişandibûn.
Rûniştina dozê dewam dike.