Doza Kobanê: Ev dadgeheke darbeyê ye
Di axaftinên li danişîna Doza Kobanê de hat diyar kirin ku bi vê dozê re Kurd tên hedef girtin û wiha hat gotin, “Ev dadgeheke darbeyê ye."

Rûniştina çaremîn a danişîna 33’yemîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn.
Danişîna bi tespîta nasnameyê dest pê kir, bi lêkolîna girtinê re berdewam kir. Dozger, xwest ku daxwaza berdanê ya siyasetmedarên girtî bê redkirin û qedexeya derketina derve ya derbarê bersûcên girtî de jî berdewam bike.
Siyasetmedar Ayşe Yagci ya pişt re mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku di mutaalayê de derbarê wê de sûcekî şênber nîne. Yagci, diyar kir ku 3 sal in heman tişt tên dubarekirin û wiha got: “Belê ev dozeke siyasî ye û wateya wê ya hiqûqî nîne. Pergala darazê ya li Tirkiyeyê di bin piyan de ye. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman di serdema me de têkildarî vê dosyayê destûrname da. Têkiliya vî bi kê re derket? Bi mafyayekê re têkiliya wî derket. Îtîraf dike ku wê demê jê re vîla û wesayît hatine kirîn. Di berdela çi de vê dike. Bawer im ji bo qirêjiyên wan paqij bike wergirt. Di rewşeke ku daraza Tirkiyeyê di vî halî de 3 sal in bi israr em hewl didin xwe bi parêzin. Dest ji vê bihiqûqiyê berdin birêz şande.”
‘DI DOSYAYÊ DE DI ÇARÇOVEYA TMK’YÊ DE DARIZANDIN TÊN KIRIN’
Aynûr Aşan a bi Kurdî parastin kir, wiha axivî: “Ji bo Kurdan Destûra Bingehîn a Têkoşîna bi Terorê re derbasdar e. Ev qanûn ji Kurdan re tê sepandin. Temamê kesên bi vîna gelê Kurd hatin hilbijartin bi TMK’ê tên darizandin. Di vê dosyayê de hemû xebatên me di bin banê TMK’ê de hatine komkirin. Weke encam tu hincet di destê we de nîne ku jinên têkoşîna azadiyê didin li hundir bigirin.”
‘KOCAMAN BI KIRINA VÊ KOMPLOYÊ HATIYE PEYWÎRDARKIRIN’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku girtin neheqî û bêhiqûqî ye. Yuksekdag, destnîşan kir ku li darazê geşedanên girîng çêdibin, vê bandor li vê yekê kiriye. Yuksekdag, a endamê Dadgeha Bilind Kocaman bi bîr xist, wiha got: “Ev ne geşedaneke ku cara ewil e çêdibe. Ez nizanim ka ev wê heta ku derê biçe, bigihe ku derê. Ji ber ku ev dosyayên wisa di bin kontrola desthilatê de tên meşandin. Em ê di demekî nêzîk de bibînin ku ji bilî rastiya em dibînin hin rastiyên din jî wê îfşa bibin. Ji ber ku bêhiqûqiyeke evqas zêde têmeşandin, wê ji cihekî biteqe. Yuksel Kocaman, ev komploya daye dest pê kirin. Ji sala 2019’an ve ji bo vî karî hatiye wezîfedarkirin, endamê darazê yê bi komployê hatiye peywîrdarkirine.”
Yuksekdag têkildarî mijara navborî ku li ser çapemeniyê belav bûye jî wiha got: “Yên kû vî kar dikin, yên ku vê dezgehê ava dikin bi hemû hûrguliyên wê ve plan dikin. Dosyeya me ne dosyeyek hûrgulî ye. Ev doza kesên qirêj û kesên azadîxwaz e. Yên qirêj ku vî welatî bi rê ve birin seranserî dîrokê êrişî Kurdan, çepgiran kirin û dozên mîna doza komployê ya Kobanê vekirin. Yuksel Kocaman jî karekterek wisa ye. Îro hê jî endamê dadgeha bilind e. Tirkiye welatek wisa ye. Endamê dadgeha bilind îro bi binpêkirina maf û hiqûqê me hildidin ser guliyê jorê û lê wê sibê dilop dilop ji Qesrê ve bikevin. Vê rastiyê jî her kes dizane. Lê hûn darizandinek neadilane dikin. Me berê jî qala we ku hûn çawa dixebitin û li ser fermana kê radibin û rûdinên kiribû.”
‘DADGEHA DARBEYÊ YE’
Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: “Darizandina Sirri Sureya jî we di çarçoveya vê dozê de neda sekinandin. Dadgehek din heman rojê ji bo Enîs Berberoglû biryara sekinandina darizandinê da. Heke sepana we hiqûqî be lê gelo biryara dadgeha din çiye? Gelo hûn dikarin bersiva vê bidin? Bersiva vê jî pir hêsan e; çimkî ev dadgehek asayî nîne. Ji ber ku ev dadgehek darbeyê ye. Îktidara siyasî darbeyê her tim di sindoqa xwe de veşart û veguhezand. Hûn ji wê sindoqê derketine û wek sepanên darbeyê derxistin pêşberî me. Li aliyekî dadgehek asayî biryarên asayî dide, li aliyê din jî dadgehek taybet heye, bi perspektîfa hiqûqa dijminane, hiqûqa darbeyê nêzî me dibe. Darizandina Sirri Sureyya Onder viya nîşanî me dide.”
Yuksekdag di dawiyê de got ew dixwaze hemû hevalên wê yê girtî werin tehliyekirin.
‘DOZGER BÛYE HEVALBENDÊ ŞAHIDAN’
Paşê jî Meryem Adibellî bi Kurdî parastina xwe kir û li ber îdiayên dozger rabû û destnîşan kir ku dozger jî bûye yek ji şahidan û hema çi dîtiye û çi jê re hatiye li dosyeyê bar kiriye.
Piştî navberê, danişîn bi parastina Dîlek Yagli berdewam kir. Piştre Zeynep Karaman ku bi Kurdî parastina xwe kir, Jîna Emînî bi bîr anî.
Zeynep Olbecî jî îşaret bi têkiliyên qirêj ên di pêvajoya Doza Kobanê de kir û pirs kir ku çima bala şandeyê tu naçe ser van têkiliyên qirêj. Olbeciyê diyar kir ku sûcên dozger di îdianameyê de rêz bi rêz kirine, di mitaleyê de jî rêz bi rêz kirine û got: ‘’Min ji bo Rêzdar Ocalan daxwaznameyek ji Wezareta Edaletê re şand. Vê wek delîl didin ber min. Eger ev sûc be, divê Wezîrê Edaletê bigota ku sûc e. 15 sal berê ev ne sûc bû, îro bû sûc? Ji ber ku ez Kurd im qey ez nikarim vê daxwaznameyê bidim?
Parêzer Ozgur Yaldiz, destnîşan kir ku ji boneyên biryara têkildarê dewamkirina li girtîbûna miwekîlên wan nehatiye famkirin û da xuyakirin ku bi biryara nehiqûqî ya dewamkirina li girtinê, peymanên navneteweyî binpê dibin û wiha got: ‘’Hûn bibêjin dibe ku bireve nexwe nêta we xerab e.’’
Yaldiz, her wiha derbirî ku ragirtin tevdîrek e, lê wek ceza tê pêkanîn.
DANIŞÎN WÊ 20’Ê ÎLONÊ BERDEWAM BIBE
Şandeya dadgehê, di biryara xwe ya navberê de biryar da da ku hemû girtî, girtî bimînin û biryarên kontrola edlî berdewam bin û danişînek jê taloqê 20’ê Îlonê hat kirin.