Doza KCK’ê ya Stenbolê dest pê kir
Doza KCK’ê ya Stenbolê dest pê kir
Doza KCK’ê ya Stenbolê dest pê kir
Di rûniştina qirkirina siyasî ya binavê doza KCK'ê ya Stenbolmê de Siyasetmedar Kudbettin Yazbaşi, diyar kir ku di dîrokê de gelê kurd li ser sê xalan bi tirkan re peyman çêkirine û wiha got: "Bi peymana ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê îmze dikin, 4'emîn peymana tirk bi kurdan re îmze dikin e."
Rûniştina doza "Qirkirina Siyasî" ya di bin navê doza KCK'ê ya Stenbolê de tê dîtin berdewam dike. Rûniştina ku 111 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Di rûniştinê de parlamenterê CHP'e yê Meletiyê Veli Ağbaba û Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak jî amade bûn. Piştî xwendina nasnameyan, delîlên der barê siyasetmedaran de hatin xwendin. Xwendinê bi delîlên der barê siyasetmedar Kudbettin Yazbaşi de berdewam kir. Yazibaşi, piştî delîlên der barê wî de hatin xwendin axaftin kir û wiha got: "Ji ber ku pêvajoya Oslo bi ser neket, konsepta şer dîsa ket meriyetê û bi vê yekê re li hemberî me bi navê operasyona KCK'ê hat destpêkirin. Ev operasyon ne hiqûqî û zagonî ye. Ev operasyonek siyasî û li dijî hiqûqê ye. Serokwezîr Erdogan bi xwe dibêje bila PKK siyasetê bike. Tu aliyê vê dozê yê siyasî nemaye û bingeha wê vala derketiye. Em piştgiriyê didin hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan re. Dozên der barê me de hatine vekirin ji armanca xwe dûr ketine. "
Yazbaşi, anî ziman ku gelê tirk heta niha bi gelê kurd re 3 caran peymanên stratejik îmze kirine û ev peymana ku li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan re tê kirin peymana Çaran e. Yazbaşi, wiha axivî: "Tirkan li melezgîrtê peymana yekemîn, li Çardêranê peymana duyemîn, di şerê Rizgargiya Neteweyî de jî peymana 3'emîn bi gelê kurd re îmze kirin. Gelê kurd çi çara bi kurdan re peyman îmze kirin tirk bi ser ketin. Niha bi kurdan re li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re peymana 4'emîn îmze dikin. Ev peymana ku li Îmraliyê bê îmzekirin 4'emîn eymana stratejik e tê îmzekirin. Armanca me ya sereke Komara Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk e. Ger ku ev pêvajo bi ser bikeve dê Tirkiye di rojhilata Navîn de bibe hêza sereke. Gelê Anatoliyê u Mezopotamyayê vê yekê heq dike. Tu têkiliyên dozê, BDP'ê û KCK'ê bi hev tune ye."
Yazibaşi, da zanîn ku tu eleqeya wî û KCK'ê bi hev tune. Tev li xebatên KCK'ê nebûne. Tevlêbûna civînên BDP'ê ne sûc e. Piştî parastinê navbera nîvro dan rûniştinê.