Doza 'KCK'ê' ya Stenbolê berdewam dike
Doza 'KCK'ê' ya Stenbolê berdewam dike
Doza 'KCK'ê' ya Stenbolê berdewam dike
5'emîn rûniştişna doza sereke ya Stenbolê ya 111 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd tên darezandin berdewam dike.
5'emîn rûniştina doz sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê ya jê 111 kes girtî ya 205 siyasetmedarên Kurd li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê berdewam dike. 9 girtî ji ber pirsgirêkên tenduristî tevlî rûniştinê nebûn. Di rûniştinê de 4 kesên serbest tên darezandin, 3 wergerên kurdî yên Ensîtutiya Kurdî ya Stenbolê, parêzer û xizmên girtiyan tevlî rûniştinê bûn. Piştî kontrola nasnameyan Serokê Rêxistina BDP'ê yê berê yê Bagcilarê Eşref Yaşar parastina hevpar a hate amadkirin xwend.
Yaşar diyar kir ku, polîtîkayên di dema komarê de yên "tenkîl" û "tedîp" ên li hemberî kurdan hatin meşandin niha bi zimanekî moderin û amûrên moderin hêj bêtir li hemberî civakê tê bikaranîn. Yaşar anî ziman ku, ji ber vê yekê bi navê "li hemberî îlegalîteyê tên kirin" rewa dikin û wiha got: "Di bingehan xwe de li hemberî siyaseta Kurd, hembûna civaka Kurd û dostên kurdan tê kirin û hate kirin. Konsepta êrîşê ya bi navê 'stratejiya entegreyê' li dijî hiqûq, exlaq û rewabûnê ye. Ev stratejî bi awayekî psîkolojîk hate veşartin û di vê çarçoveyê de di bi navê "KCK'ê" de li hemberî kurdan hate meşandin."
Rûniştin bi parastina Yaşar berdewam dike.