Doza 'KCK'ê' ya Stenbolê berdewam dike
Doza 'KCK'ê' ya Stenbolê berdewam dike
Doza 'KCK'ê' ya Stenbolê berdewam dike
Di roja çaremîn a 5'emîn rûniştina doza sereke ya Stenbolê bi parastina Kudbettîn Yazbaşi ya kurdî destpê kir.
5'emîn rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê ku 111 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd tên darezandin, li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê berdewam dike. 4 girtî ji ber pirsgirêkên tenduristî tevlî rûniştinê nebûn. Di rûniştinê de siyasetmedarê Kurd Kudbettîn Yazbaşi bi kurdî dest bi parastinê kir. Yazbaşi di destpêka axafina xwe de bal kişand ser operasyonên bi navê "KCK'ê" û wiha got: "Ev operasyon di encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd de pêk hatin. Di çarçoveya vê dozê de bi hezaran kes hatin girtin. Kesên hatin girtin ji bo demokratîbûna Tirkiyeyê têkoşîn dan.
Rûniştin bi parastina Yazbaşi berdewam dike.