Doza Kaya taloqî 7’ê Tebaxê  hate kirin

Rûniştina doza Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya yê girtî pêk hat. Kaya bi rêya SEGBİS’ê beşdarî rûniştina dozê bû û got darizandina tê kirin ne li gorî hiqûqê ye. Doz taloqî 7’ê Tebaxê hate kirin.

Îro Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ku ji 8’ê Mijdara 2016’an ve girtiye carek din derket pêşberî dadgeh. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê û parêzer beşdarî rûniştina dozê bûn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya bi rêya SEGBİS’ê beşdarî rûniştina dozê bû û got darizandineke ne adil e. Kaya got dosyayên mijara gotinê di dagirkeriya qeyûman a sala 2013’an de hatine guhertin.

Rûniştina doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ku ji 8’ê Mijdara 2016’an ve 19 mehin li Girtîgeha Sîlîvrî girtiye, li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. Dadgehê doz taloqî 7’ê Tebaxa 2018’an kir.