Doza Gezî: HSK’ê ji bo biryara berdanê destûra lêpirsînê da

Desteya Daraz û Dozgeran (HSK) derbarê heyeta dadgehê ya ku biryara beraeta doza Gezî dayî destûra lêpirsinê da.

Desteya Daraz û Dozgeran (HSK) heyeta dadgehê ku serê hefteyê têkildarî doza Geziyê biryara beraetê dabû kir hedef.

Têkildarî Daîreya Yekemîn a HSK’ê, Serokê Dadgehê Galî Mehmet Perk, endam Ahmet Tarik Çîftçîoglû û Talîp Ergen destûra lêpirsîn û lêkolînê hate dayîn.

Di çarçoveya biryarê de di lêkolîna ku were kirin de wê li biryara beraetê ku tê de “qisûr” heye yan ne wê were lêkolîn kirin û piştî rapora serçavdêr (Mifetîş) wê têkildarî heyeta dadgehê biryar were dayîn.

Beriya vê biryarê Dozgeriya Komarê ya Stenbolê derabrê karsaz Osman Kavala ku hatibû berdan dîsan biryara destgîrkirinê hatibû derxistin. Osman Kava ku di doza Berxwedana Gezî de 840 roj bûn girtî vê Sêşemê hatibû berdan.