Doza gerîlayên HPG'ê Asî û Taş hat taloqkirin

Doza gerîlayên HPG'ê Asî û Taş hat taloqkirin

Rûniştina doza gerîlayên  HPG'ê Cîhan Asî û Fesîh Taş ên di şerê Bezelê û Oremarê de bi birîndari hatin girtin û 141 caran rastî cezayê muebeta giran hatin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanêhat dîtin. Rûniştina gerîlayên  HPG'ê Cihan Asî û Fesih Taş hat taloqkirin.

3'emîn rûniştina doza gerîlayên  HPG'ê Cîhan Asî û Fesîh Taş ên di şerê Bezelê û Oremarê de bi birîndari hatin girtin û bi tevahî 141 caran rastî cezayê muebeta giran hatin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin.

Gerîlayên HPG'ê Cihan Asî 104 caran rastî cezayê muebetê û gerîlayê HPG'ê Fesîh Taş jî 37 caran bi tevahîe 141 caran rastî cezayê muebetê hatin. Rûniştina dozê ya Taş û Asî bi rêbaza telekonferans (SİSBİS) li Girtîgeha Şakranê ya Îzmirê hat dîtin.

Di rûniştinê de delîlên der barê Asî û Taş hat xwendin. Asî di duniştina berê de xwestibû ku ji Şakranê sewqî Girtigeha Mûşê bê kirin. Lê heyetê diyar kir ku Wezareta Dadê ev daxwaza wê red kiriye. Asî û Taş di rûnişina îro de jî dîsa parastina xwe ya kurdî dubare kirin. Heyeta dadgehê piştre navber da û taloqî 10'ê Kanûnê kirin.