Doza E.A di 3’ê îlonê de dest pê dike
Doza E.A di 3’ê îlonê de dest pê dike
Doza E.A di 3’ê îlonê de dest pê dike
Yekemîn danişîna doza E.A ya 16 salî ku du sal berê li Çewlîkê rastî tecawîza 8 çawîşên pirspor hat di 3’ê îlonê de dest pê dike. Parêzera E.A Canan Çakabay, diyar kir ku îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çewlîkê ve hatiye amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezaya giran a Çewlîkê ve hatiye qebûlkirin û danişîna yekemîn dê di 3’ê îlonê dest pê bike.
Li navçeya Solhan a Çewlîkê zaroka 16 salî ya bi navê E.A serî li dozgeriya Komarê ya Çewlîkê dabû û diyar kiribû ku du sal berê ji aliyê çawîşên Pispor ve rastî tecawizê hatibû. Di encama serlêdanê de lêpirsîn hat destpêkirin û piştî vê çawîşên Pispor îtîrazê dadgeheke jor kiribûn û beyî ku bê girtin hatibûn darizandin. Di lêpirsînê de biryara veşariyê hatibû girtin.
Parêzera E.A, Canan Çakabay der barê ji peywirgirtinê ya çawîşên pirspor de axivî û diyar kir ku der barê ji peywirgirtina leşkeran de agahiyeke fermî ji bo wan nehatiye ragîhandin û got ji kar durxistina wan ew kêfxweş kirine. Çakabay wiha got: “Divê ev biryar ji zûde bihata girtin. Lê ligorî texmînên me li bende vekirina dozê bûn. Ev tiştekî girînge. Her wiha lêpirsîna der barê 8 çawîşên pispor de hatiye vekirin temam bûye.”
Çakabay destnîşan kir ku îdianameya ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Çewlîkê ve hatiye amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Çewlîkê ve hatiye qebûlkirin û di 19’ê Tîrmehê de doz hatiye vekirin û biryara veşariyê ya dozê hatiye rakirin. Çakabay got danişîna yekemîn ya dozê dê di 3’ê îlonê de pêk were.”
Her wiha hat hînbûn ku tedawiya psîkolojîk ya E.A hêj didome.