Doza desteserkirina pirtûkên Ocalan birin Dadgeha Makeqanûnê

Doza desteserkirina pirtûkên Ocalan birin Dadgeha Makeqanûnê

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doza pirtûka parastina DMME'ê ya 5'emîn ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya hêj li çapxaneyê bû hate komkirin, birin Dadgeha Makeqanûnê. Parêzerê Ocalan Cengiz Yurekli diyar kir ku, ev "eşqiyatiya siyasiye". Yureklî da zanîn ku, Parastina Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çavkaniyek pir girînge.

Pirtûka 5'emîn ya parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) kir, hêj li çapxaneyê bû ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û komkirin. Bi hezaran pirtûkên parastina Ocalan ya bi navê "Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê û Çareseriya Neteweya Demokratîk û Pirsgirêka Kurd" ku li Çapxaneya Gun di meha tebaxa 2012''an de dihat çapkirin ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û komkirin.

Piştî parastina Ocalan hat desteserkirin, parêzerê Ocalan di 27'ê Îlona 2012'an de li Dadgerên Hêjmar 2 û 3'an îtîraz kir. Lê dadger bi hinceta "Şika sûc û şeklê sûc bi hêze" serlêdana îtîrazê ya parêzeran red kiribû. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan li ser navê Ocalan serî li Dadgeha Makeqanûnê dan. Parêzeran di serlêdanê de diyar kir ku, bi vê pêkanînê li gorî xala 25'an ya Makeqanûnê ya "Binpêkirina azadiya raman û qeneetê" pêk hatiye. Parêzerê Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Prz. Cengiz Yurekli anî ziman ku, bêyî di derbarê pirtûka parastina 5'emîn a muwekilê wî de biryar hebe polîsan bi awayekî keyfî pirtûk kom kirine û ev li dijî zagon û hiqûqê ye.

'EŞQIYATIYA SIYASÎ YE'

Yukeklî destnîşan kir ku, wan di derbarê mijarê de serî li merc û rayedarên eleqeder dan û ji ber encam bi dest nexistin serî li Dadgeha Makeqanûnê dan. Yureklî da zanîn ku, komkirina pirtûkê êrîşa li dijî azadiya ramana muwekilê wî ye û wiha got: "Ev di heman demê de êrîşa li dijî vîna gelê Kurd û Tirkiyeyê ye. Fikra muwekilê me jî tehemul nakin. Di parastina muwekilê me Birêz Ocalan de, têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd de nirxandin hebûn. Lê hêj parastina muwekîlê me li çapxaneyê bû hate komkirin û desteserkirin. Komkirina bi vî rengî li dijî hiqûqê ye û eşqiyatiya siyasî ye. "

Yukerlî aşkera kir ku, heyeta KCD'ê u BDP'ê hefteya borî çû li Îmraliyê bi muwekilê wî Ocalan re pêk anî keyfxweşî ye û wiha got: "Divê hevdîtin her tim hebin. Niha şert û mercên mukekilê me yê hevdîtinê ne başe. Şert û mercên mrali bi serê xwe li dijî hiqûqê ye. Di van şert û mercan de nikare bi tenduristî hevdîtin pêk bîne. Divê berî her tiştî şert û mercên fîzîkî û ragihandinê bê başkirin."