Doza Demîrtaş wê li Daîreya Bilind a DMME'yê pêk were
DMME'yê, îtiraza Tirkiyeyê ya li ser biryara der barê Selahattîn Demîrtaş de hate dayin qebûl kir. Doz wê li Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk were.
DMME'yê, îtiraza Tirkiyeyê ya li ser biryara der barê Selahattîn Demîrtaş de hate dayin qebûl kir. Doz wê li Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk were.
DMME'yê serlêdana temyîzê ya Tirkiyeyê ya li ser biryara der barê Hevserokê dîlgirtî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de kiribû qebûl kir. Li gorî vê yekê doza Demîrtaş wê li Daîreya Mezin a DMME'yê pêk were.
Wê careke din li nêrînên Demîrtaş û aliyê hikumeta Tirk bê pirsîn. DMME wê ji bo dozê demekê diyar bike û li Strasbourgê di rûniştina dozê de biryareke nû bide.