Doza Dayikên Şemiyê: Hinceta windakirinan nîne!

Dayikan di rûniştina doza li dijî Dayikên Şemiyê de diyar kirin ku, doz ne hiqûqî ye û di her şert û mercî de ti hinceta windakirina di dema destgîrkirinê de nîne.

Dayikên Şemiyê di 30’ê Tebaxa 2022’yan de bi wesîleya Roja Windayên Bi Darê Zorê ya Navneteweyî li Goristana Bêkesan ya Altinşehîrê dema dixwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin.

Di encama êrîşê de 14 kes hatin destgîrkirin û derbarê wan de bi îdiaya ku ‘tevî hişyariyê jî tevlî civîn û meşên derqanûnî bûne’ doz hat vekirin.

Rûniştina duyemîn a vê dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Kuçukçekmeceyê hat dîtin.

Beriya dozê, pêşiya avahiya dadgehê ji aliyê bi sedan polîsan ve bi mertalan hat dorpêçkirin û çalakgerên Şemiyê gelek caran rastî tacîzê hatin.

Dayikên Şemiyê/kesên tên darizandin û parêzerên wan tev li rûniştinê bûn. Her wiha parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, Fîlîz Kerestecîoglû û Mûsa Pîroglu, gelek parêzer û rêxistinên pîşeyî yên kedê beşdarî rûniştinê bûn.

Ferît Barût û Husnu Alkan ku di rûniştina berê de parastina wan nehatibû girtin, di rûniştina duyemîn de hatin girtin.

Endamê ÎHD'ê Husnû Alkan diyar kir ku, dema li nêzî goristanê derbas bû xwest tevlî daxuyaniyê bibe û li ser vê yekê tevî Dayikên Şemiyê hatiye destgîrkirin.

Alkan wiha got: “Me tu sûc nekiriye, beriya ku em daxuyaniya çapemeniyê bidin em hatin destgîrkirin, ez beraata xwe dixwazim.”

Çalakgerên Şemiyê Ferît Barût jî bertek nîşanî destgîrkirina bêhiqûqî da. Barût wiha got: “Tu rewş nikare windabûna di dema destgîrkirinê de rewa bike. Ez wek parêzvanê mafên mirovan, têkoşîna li dijî hemû binpêkirinên mafên mirovan, weke erka xwe dibînim. Wekî ku Tolstoy gotiye, ‘Mirovek ku êşê hîs bike zindî ye, heke êşa yekî din hîs bike ew mirov e..”

Rûniştin dozê didome.