Doza 28’ê Sibatê destpê kir
Doza 28’ê Sibatê destpê kir
Doza 28’ê Sibatê destpê kir
Doza 28'ê Sibatê ku tê de, li gel Serokê Fermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Karadayi 103 kes bi sûcdariya hewldana têkbirina hikûmeta Refah Yol'ê tên darizandin, destpê kir.
Doza 28'ê Sibatê ku tê de, li gel Serokê Fermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Karadayi 37 jê girtî 103 kes bi sûcdariya hewl dane di 28'ê Sibata sala 1997'an de hikûmeta Refah Yol'ê têk bibin tên darizandin, li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê destpê kir.
Darizandina li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, wê heta 6'ê Îlonê bênavber dewam bike.
Di rûniştina îro ya dozê de, piştî xwendina gilînameyê, wê bi dorê bersûc werin lêpirsîn. Ji ber ku Serokê Fermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Karadayi bi rapor e, lêpirsîna bersûcan wê bi Orgeneral Çevîk Bîr destpê bike.