Doza 10'ê Cotmehê: Yên ku 400 wekîl dixwestin, berpirsyar in

Di rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê de malbatan işaret bi rola dewletê kirin û nerazîbûn nîşanî dozger dan.

10'ê Cotmeha 2015'an di komkujiya Enqereyê de ku bi destê çeteyên DAÎŞ'ê hate kirin, 103 kes miribûn. Rûniştina 9. a dozê di roja duyemîn de ye. Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Aysûn Gezen, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Enqereyê Ceren Şîmşek, Nazim Karakûrt, Îshak Kocabiyik, Fîlîz Kerestecîoglû, malbatên qurbaniyan û parêzer tevlî rûniştinê bûn. Piştî ku dozger nêrîna xwe ragihand, balkêş e ku îro li salona rûniştinê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê hatine girtin.

Dema ku bersûc ketin salonê, malbatan nerazîbûn nîşanî wan dan û gotin, "Zarokên xwe ji van biparêzin, ne ku wan ji me."

Piştî tespîtkirina nasnameyan, parêzeran xwestin ku li hemberî mutalaa dozgeriyê dem ji wan re bê dayin.

Parêzer Nûray Ozdogan li ber mutalaa dozgeriyê rabû û bal kişand ser lingê siyasî yê komkujiyê.

Ozdogan got, "Beriya vê komkujiyê li Edene û Mersînê bombe hatin teqandin. Çawa ku dozgerên din delîl ji nedîtî ve hatin û xwe li qeyda deng kerr kirin, em jî doh bê hêvî bû. Em ji bo tevahiya mirovahiyê daxwaza edaletê dikin. Rêya ber bi cînayetên polîtîk û komkujiyan ji aliyê hinekan ve hate vekirin. Yên ku rê li ber vê komkujiyê vekirin, ew kes in ku daxwaza 400 wekîlî dikirin, bajar şewitandin, xera kirin, DAÎŞ li wir bi kar anîn û siyaseta nîjadperestiyê dikin."

Ozdogan got, "Çawa ku ew çavên xwe girtin û ji nedîtî ve hatin, yên ku rê li ber komkujiyê vekirin rayedarên emniyetê ne ku destûr dan êrîşkar bên Enqereyê, ew kes in ku rezîdans dan valakirin, hêzên emniyetê ne ku tevî guhdarîkirin û şopandinê jî li pêşiya wê nebûn asteng. Mafê dadgeriyê nîne ku delîlên tên pêşkêşkirin nebîne. Em qala bûyerekê dikin ku bandorê li dîroka Tirkiyeyê dike. Hikumet û dewlet îro vê nakin. Lê hêz û erka dadgeriyê heye ku vê bike. Siyasetê bi têkiliyên cuda re çavên xwe li vê girt. Divê ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin. Em rexneyê li dozgeriyê dikin. Dadgerî bêçare nîne. Edalet bi cezayên li van bersûcan bê birîn bi cih nayê anîn. Dadgeriyê di nava sînorên ku siyasetê danî pêşiya wê tevgeriya. Em dixwazin berpirsyarên komkujiyê werin darizandin."

Rûniştin wê piştî navberê dewam bike.