‘Doz komkujiya hiqûqî û siyasî ye’

‘Doz komkujiya hiqûqî û siyasî ye’

Di rûniştina doza di bin navê 'KCK'ê ya Amedê ku 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin de delîlên derbarê Endamê DTP'ê yê berê Hasan Huseyin Ebe de hatin xwendin. Ebe diyar kir ku, doz komkujiya hiqûqî û siyasî ye û wiha got: "Di şexsê me de dixwazin gelê Kurd ji azadiyê bê par bihêlin.”

Rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Amedê ku 98 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştinê de Parlamentera BDP'e ya Şirnexê Selma Irmak, Şaredarê Peyase Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn, Şaredara Dêrikê Çagla Demîrel ji di nav de 36 girtî amade bûn. Dîsa li gel Firat Anli 5 siyasetmedarên serbest û parêzaran doz şopandin. Parastin bi riya wergêr hat kirin.

Di rûniştina îro de delîlên di derbarê endamê DTP'ê yê berê Hasan Huseyin Ebe de hatin xwendin. Parlamenterê BDP'a Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî tevlî rûniştina dozê bû û şopand. Di îdîayên derbarê Ebe de hat diyarkirin ku, di sala 1993'an de hatiye girtin û îdiayên wê demê jî wekî sûc hatin dîtin. Dîsa "Kampanya Îmzeyan a ji bo Ocalan" wekî delîlên sûc hati dîtin.

Ebe piştî delîlên der barê wî de hatin xwendin bi riya wergêr bi kurdî parastin kir. Ebe diyar kir ku, ew tevlî kampanya îmzeyan bûye û wiha got: "Ez tevlî kampanya îmzeyan a Birêz Ocalan bûm. Ji ber vê yekê ez rastî ceza hatim. Hemû îfadeyên şahidên neben ên derbarê min de ne rastin. Bingeha wan tuneye. Raste ez çûm Iraqê, lê ez neçûm kampê. Ger ku min perwerde dîtibe min li ser çi dîtiye. Çima şahidê nepen vê yekê nabêje. Ez DTP'î me. Tê îdîakirin ku filaş dîska nivîsên KCK'ê hene hatiye dîtin. Ez mirovekî siyasî me û hemû geşedanên siyasî divê ez bizanibim û derbarê wan de xwedî agahî bim. Ez pirtûk, gotar û kovaran bixwînim divê ne sûc be."

Heyeta pirsa kê peymana KCK'ê amade kiriye" pirsî. Ebe jî got min amade nekire ez nizanim" Heyetê dîsa pirsa meclisên bajar kengî û kê avakirine pirsî. Dîsa tevlêbûna merasima cenazeyê Mehmet Uzun jî wekî sûc dît.

‘DOZ KOMKUJIYA HIQÛQÎ Û SIYASÎ YE’

Ebe da zanîn ku, ev dozek siyasî ye operason jî ji aliyê dewetê ve bi destê polis û MÎT'ê pêş ketiye. Ebe diyar kir ku, doz komkujiya hiqûqî û siyasî ye û wiha got: "Di şexsê me de dixwazin gelê Kurd ji azadiyê bê par bihêlin. Dixazim gelê Kurd perçe bikin. Gelê me êdî hişyar û zane ye. Ji bo mafê xwe yê demokratîk û siyasî bi dest bixe li qadane. Bê av û xwarin dibe, lê bê azadî jiyan nabe. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêngavek nû daye despêkirin. Piştî vê pêvajoyê çi bikeve ser milê me em dê bikin. Doza KCK'ê doza komkujiya siyasî, û hiqûqî ye. Divê ev pêvajoya nû ya çareseriyê li ber çavan bê girtin. Em hemû îdîayan red dikin û ne rastin. Em alîgirê şoreş, siyaseta aştî, azadî û aramiyê ne. Nasnameya me rûmeta me ye. Nirxê me yê herî pîroz e. Dewlet divê lêborîna xwe ji gelê Kurd bixaze. Azadî bi naskirina mafê gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd dê pêk bê.”

Parêzera Ebe Gulşen Ozbek jî diyar kir ku, hemû çalakiyên muwekîlê wî tevlîbûye rewa û demokratîkin û hemû îdia nerastin. Ozbek aşkera kir ku, îfadeyên şahidê nepen li dijî hiqûqê ye. Ozbek anî ziman ku îro bi riya înternet û google mirov dikare xwe bigehîne hemû agahiyan û bidestxistina peymana KCK'ê ne zehmete. Ozbek xwest Ebe serbest bê berdan. Piştre navbera nîvro dan rûniştinê.