Dostên Ewropî wê nobedê dewr bigrin

Çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 330 hefteye didome wê roja Dûşemê ji aliyê dostên Kurd ên Ewropî ve dewr were girtin.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kirî, ev zêdetirî 6 sal e bi rengekî bê navber dewam dike. Nobedarên hefteya bê dostên Kurd ên Ewropî ne. Çalakiya nobedê di navbera 22-26’ê Cotmehê de were girtin û enternasyonalîstên ji welatên cuda ên Ewropa wê beşdar bibin. Di nobedê de tê plankirin ku bi CPT û nûnertiya saziyên Ewropa re hevdîtin werin kirin.

LI PE WÊ HEVDÎTİN WERIN KIRIN

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Zubeyîr Aydar têkildarî nobedê wiha got; “Çalakiya nobedê ya ku ev 6 sal in didome heye û ev çalakiyekî bi nirxe. Her roj 5 kes nobedê digrin. Çalakiyekî azadiyê û demdirêj heta roja îro hatiye. Hefteya li pêşiya me wê komeke dost nobedê dewr bigrin.”

Aydar bi bîr xist ku di heman demê civîna Parlamentoya Ewropa ya demê heye û wiha domand; “Tê plankirin ku bi CPT û organên cûda yên Konseya Ewropa re hevdîtin werin kirin. Ji bo desteka kampanyaya ji Serok Apo re azadî wê dostên ji Fransa, Elmanya û welatên din tevlî nobedê bibin.”