Dorpêça li ser Efrînê -GOTAR
Nivîsa Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê re nivîsî...
Nivîsa Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê re nivîsî...
Tirkiye dixwaze bi rengekî berfireh Efrînê dorpêç bike, çavtirsandî bike û radest bigire. Dewleta Tirk seraqet bi van rêbazên tirsê dixwaze planên xwe bi encam bike. Her çawa dibe bila bibe heke bi ser Efrînê de êrîşek bibe em ê fêhm bikin ku ev ê tenê ne bi vîna Tirkiyê be. Di rewşeke wiha de em ê bibêjin Rûsyayê jî destek daye vê û DYA jî bêdeng maye. Tirkiye ku hesabê hêzên navdewletî dike, çawa wiha bi rengekî bê tirs tevdigere û hewl dide ku Efrînê çavtirsandî bike. Hêzên navdewletî Tirkiyê ya ku bi zorê û çavtirsandinê dixwaze hin tiştan bide qebûlkirin bi ser Efrînê de dehf didin. Ev nêzîkatî li dijî sincê peymandanînê ye.
Efrîn û Îdlîb hem ji hêla civakî û hem ji hêla cografyayê ve pir nêzî ev in. Em pê dizanin ku gelê Îdlîbê ji ber ne xwedî alternatîfekê ye li bara geşedanan û dagirkeriya Tirk bêdeng dimîne. Idlîbî bi giyanê serhildêriyê ne. Rejîm tim dûrî Îdlîbê ma û di ser guhê xwe re avêt. Ji ber vê ji Îdlibê re dibêjin bajarê ku hatî jibîrkirin. Serhildêrî û sernetewandin di giyanê vî bajarî de heye. Lê ji ber ji sedema ev qas û êş û zexta ku dîtî û ji ber ev qas propagandaya dijî Kurdan Kurd li ber çavê wan kirine gurê manco. Ji bo vê Tirkiye bi rehetî dikare li ser vê xetê bilîze.
Sûriyeyî ji hikûmeta Tirk hez nakin û dîroka tarî ya Osmaniyan dîsa bi bîra wan tînin. Tirkiye bi hinceta PKK'ê kete Îdlibê û bi daxwaza ku Efrînê dorpêç bike, lê ev ê ne temendirêj be. Gelê Îdlîbê wê rabe ser piyan û wê li dijî hebûna Tirkiyê ya Îdlîbê rabe ser piyan. Heke gelê Efrînê û Îdlîbê li dijî van zaliman bibin yek û rabin ser piyan her tişt wê biguhere. Ji ber ku li dijî her cure dagirkeriyê yekîtî û berxwedana gelan girîng e û hewce ye.
Niha li herêma Sûriyê rêxistinên ku gelan rêxistinî bikin qels in. Lê ev rewş wê wiha nedome. Piştî bi demekê wê berxwedaniyeke mezin a gel dest pê bike. Niha pêdivî bi tevgereke wiha heye ku gemû gelê Sûriyê werîne cem hev, bernameyeke berfireh bide ber wan û hemû komên ku li van xakan xwînê dirijînin û li ser xwîna gel bazirganiyê dikin, bide ber xwe û tine bike. Tevgerên wiha her demê bi ser dikevin. Ji ber ku li gor gotinên xwe tevdigerin.
Êrîşa bi ser Efrînê de ne arîşeyeke xwcih e, arîşeya siberoja tevahiya Sûriyê ye. Her wiha li van xakan giyanê yekîtiyê wê giyanê yekîtiyê yê hemû Sûriyeyiyan geş bike. Yekîtiya di navbera gelên vir de meseleya gelên Sûriyê ye. Giyanê berxwedanê yê Efrînê cihê şanazî û rûmetê ye. Divê ev giyan domdar be. Divê ev helwest tim were nîşandan ku Tirkiye nikaribe wiha bi hêsanî êrîş bibek. Divê bizanibe ku heke êrîşê bîne wê li rasta berxwedaniyeke wiha qeyîm werin ku hem Tirkiye û hem paşmêrên wê, wê bedêla vê bi giranî bidin. Divê mirov rewşên wiha bike fersend. Girîng e ku gel bi hev re tevbigerin û li ber xwe bidin. Ji bo vê em dibêjin gelê Efrînê û Îdlîbê xwecihên van deran in. Li van xakan ên biyanî Tirkiye û çeteyên bi ser wan ve ne. Efrîn û Îdlîb xwediyê malê ne. Divê hemû nakokiyên xwe li hêlekê deynin û li dijî dagirkeran bi hev re tevbigerin.
Îstîkrara yekîtiyê ya herêmê ji bo ku ji DAIŞ’ê xilas bibin girîng e. Hin hêz li bendê ne ku DYA şaşîtiyekê bike. Li bendê ne ku bibêje, wan alîkariya xwe li ser Kurdan birîn e. Ji bo vê ya ku nehatiye gotin dibêjin. Bi ya ku nehatî gotin hêvîdar dibin û kêfxweş dibin. Nizanin ku birîna alîkariyê ya li ser Kurdan wê werê wateya ku DYA destek bide DAIŞ’ê û wê bi alîkariya ji bo DAIŞ’ê were darizandin. DYA bi vê dizane. Ji bo biryareke wiha bistînin divê stratejiya xwe biguherînin. Ev ne arîşeyeke wiha ya hêsan e. Ne wiha hêsan e ku her roj bi rengekî dî tevbigerin.
Heke Rûsya destûrê bide ku Tirkiye êrîşê bi ser Efrînê de bîne, ev ê were wateya ku Rûsya destekê dide El Nûsra. Têkiliyên Tirkiyê û El Nûsra her kes baş dizane. Her kes baş dizane ku Tirkiye bi destûra El Nûsra kete Îdlîbê û li ser sînorê Efrînê bi cih dibe. Tirkiya niha dixwaze xeta ji Îdlibê heta bi Babê bike yek û Efrînê bike nav xelekê. Ev rewş wê ne bi berjewendiya Rûsa û Îranê be. Lê Tirkiye tim vê ferz dike. Niha hewl didin ku bi Beşar Esad re rûnin û li dijî Kurdan planên nû girêbidin.