Parlementerê BDPê yê Mêrdînê Erol Dora aşkere kir ku hukûmeta AKPê di projeyên HESê de gendeliyê (nelirêtî) dike. Dora polîtîkayên AKPê yên hawirdorê rexne kir û da zanîn ku Tirkiye bi qasî tê xwestin bi pirsgirêkên hawirdorê re eleqeder nabe û got: “Di demên pêşiya me de pirsgirêka herî girîng e.”
Li seranserê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetirê 1.600 santralên hîdroelektirîk (HES) hene. Li gorî lêkolîn û xebatên zanistî ev santralên hîdroelektrîk ziyanê didin tenduristiya civak û ekolojiyê, ji ber vê jî her tim li rastî nerazîbûnên gelê herêm tê. Lê hukûmeta AKPê qet guh nade van nerazîbûn û îtîrazan. Hukûmeta AKPê ku tenê li feydeya pere ye, li hemberî van nerazîbûnan xemsar dimîne.
'RAPORÊN ÇEDÊ TÊNE FIROTIN'
Parlementerê BDPê yê Mêrdînê Erol Dora ku yekane di Meclîsa Tirkiyeyê de yekane parlementerê Suryanî ye, ji ANFê re axivî û diyar kir ku divê şîrket ji bo HESê ji Komeleya Bandora Hawirdorê (ÇED) rapor werbigirin û ragihand ku di vê mijarê de bêûsilî tê kirin. Dora got: “ÇED prosedurên yasayî pêk nayne û guh nade xwestekên gundiyan. Ev her du jî ne yasayî ne. Gava mijar berjenwendî bin, hukûmet hemû yasayan diavêje kenarekê. Lijneya Wezîran rayeyê xist dewrê û rayeya ‘gelemperîkirina lezgîn’ da Lijneya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK). Lê tişta ku em jêre dibêjin ‘gelemperîkirina lezgîn’ weke yasayeke ya şer tê zanîn. Di dema şeran de dikare bê pêkanîn. Lê hukûmet lê hukûmetê vê yekê ji bo hawirdorê jî xist dewrê û astengiyên qanûnî yên ku hene rakir."
Dora ku bal kişand ser bêusiliya di dayina raporên ÇEDê, diyar kir ku rayedarên AKPê bêusiliyê dikin û got: “Me zanî ku burokratên dewletê berê di mijara raporên ÇEDê de berê rûxsat wergirtine û van rûxsatan bi bihayên cûda difiroşin. Ev yek li gelek cihan tê kirin. Kesên di nava dewletê de xwedî bandor, xebatkarên li wezaretan difiroşin xwediyên serlêdanan û kesên din. "
'LI TIRKIYEYÊ ZANEBÛNA EKOLOJIYÊ KÊM E'
Dora da zanîn ku HES tê wateya ‘hilweşana qadên jiyan û xwezayê’ û diyar kir ku hukûmeta AKPê bi polîtîkayên xwe yên sermayedar pirsgirêkên ekolojiyê zêdetirê dike.
Parlementerê BDPê Erol Dora destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zanebûna ekolojiyê kêm e û destnîşan kir ku bi projeyên mîna HESê, AKP li hemberî gel feydeyê bi dest dixe.
Dora da zanîn ku di demên pêş de dê yek ji girîngtirîn pirsgirêkên cîhanê “pirsgirêka hawirdorê” be û wiha axiv: “ Ji qirêjiya deryayan bigire heta qirêjiya hewayê, gelek xerabûn hene. Ev yek dibe yek ji pirsgirîkên herî girîng, ji ber ku teknolojî û pîşesazî mezin dibe. Her ku diçe germahî zêdetir dibe û ev yek jî dibe sedem ku av, hawirdor û hewa xwezayitiya xwe wenda bikin.”
Dora bi bîr xist ku gelek welat ji ber sedema ku enerjiya nukleer ziyanê didin zindiyan, dest jê berdidin û rexne kir ku li Tirkiyeyê xebatên ji bo santralên enerjiyê berdewam dikin. Dora ragihand ku li herêma Deryaya Reş hîna jî gelek mirov ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest didin.