Dolar bû 7.22, Euro jî gihîşt 8.21 TL'yî

Dolarê DYA'yê bû 7.22 lîreyê Tirk. Euro jî bû 8.21 lîre.

Lîreyê Tirk kêlî bi kêlî dihele. Dolarekî Amerîkayê bû 7.22 lîreyê Tirk. Li malperên înternetê yên bankayan, Dolarê DYA'yî bi 7.70 TL'yî xuya kir. Buhayê kirîna dolar li bankayan di asta 6.7 TL de ye.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan doh li Walîtiya Trabzonê di dema xwarinê de axivî û got, "Bila dilê miletê me rehet be. Bang li pîşesazên me dikim. Bi ser bankayan de neçin û dowîzê nestînin. Bila nebêjin, 'em têk çûn, qet nebe em xwe rizgar bikin'. Eger hûn vê bikin, hûnê şaşitiyê bikin. Parastina vî miletî ne tenê wezîfeya me ye. Her wiha wezîfeya pîşesaz û bazirganan e. Naxwe ez ê neçar bimînim ku planên B û C bi kar bînim. Bi vê zanibin."