Dokûmantera Sakîne Cansiz ê li Festîvala Nice bê nîşandan
Dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyana şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz, wê li Festîvala Çêkerên Fîlm a Navneteweyî ya li bajarê Fransa Nice bê nîşandan.
Dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyana şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz, wê li Festîvala Çêkerên Fîlm a Navneteweyî ya li bajarê Fransa Nice bê nîşandan.
Di festîvala 7-14'ê Gulanê de wê ji gelek welatan çêkerên fîlman li hev bicivin. Di çarçoveya festîvalê de wê dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" di 11'ê Gulanê de li salona 3. saet di 11:40 de bê nîşandan.
Di vê festîvalê de dokûmantera SARA di meşên senaryoya herî baş, dokûmantera herî baş, dokûmantera herî baş a bi zimanê biyanî, dokûmantera herî baş a xweser de namzeta xelatê hat nîşandan.
Di festîvala fîlman a îsal de dokûmantera Halkawt Mûstafa ya bi navê "Jinên, DAIŞ jê ditirsin" jî cih digire.
Îsal wê bi sedan çêker û derhêner bi berhemên xwe di festîvalê de cih bigirin. Ji derhênerên dokûmantera SARA Bîrcan Delal Yildiz jî wê li Festîvalê dokûmanterê temsîl bike.