'Doktor dibêjin, ketina ji bilindahiyê ye'

Endamê heyeta HDP'ê ya çû Wanê Ridvan Tûran destnîşan kir ku delîl û nîşane hemû radixin pêş çavan ku ji helîkopterê hatine avêtin.

Servet Tûrgût û Osman Şîban di 11'ê Îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkeran ve hatin destgîrkirin. Li gorî raporên nexweşxaneyê yên têkildarî wan, Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkopterê hatin avêtin. Piştî ku ev agahî belav bû, heyetek ji HDP'ê çû herêmê û xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, Parlamenterên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Parlamenterê Mersînê Ridvan Tûran, endamên Meclîsa Partiyê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî, rêveberên HDP, DBP, Partiya Azadî û Mirov ên Bajêr, bi heyetekê çûn herêmê, lê belê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Tevî vê astengiyê jî heyetê daxuyanî da.

'REWŞA WÎ NEBAŞ E'

Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran ku di heman demê de doktor e, piştî daxuyaniyê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku li gorî agahiyên ji doktoran wergirtine, eşkere bûye ku ji bilindahiyê hatine avêtin. Ridvan Tûran got, "Birîndar li nexweşxaneyên cuda bûn, yek ji wan ji nexweşxaneyê jî hate derxistin, lê belê em hîn bûn ku ji nû ve birine nexweşxaneyeke leşkerî. Osman Şîban nîvê şevê ji mala xwe hate birin û li nexweşxaneya leşkerî hate bicihkirin. Em bi doktoran re axivîn. Doktorê sereke yê nexweşxaneya hevalê me lê razayî ye diyar kir ku ji gelek aliyan ve travma derbas kiriye, ji ber ku ji bilindahiyê bi ser rûyê xwe ketiye, her wiha derb li eniya wî ketiye, xwîn çûye ser mejiyê wî. Ya rast, doktoran gotin ku rewşa wî gelekî baş nîne. Rewşa hevalê din hinekî baştir e. Ez bi xwe jî doktor im û li gorî daneyan, ev birîndarî ji ber avêtina ji bilindahiyê ye. Şahid hene ku dîtine ew bi helîkopterê hatine birin, lewma ihtimaleke bilind ji bilindahiyê hatine avêtin."

'GELEKÎ EŞKERE YE KU JI SER TEHTAN NEKETINE'

Tûran destnîşan kir ku ev dane nîşan didin ku daxuyaniya Walî ne reast e, dewlet jî bûyerê ji nedîtî ve tê û got, "Di asteke mezin de mafên mirovan hatiye binpêkirin. Lê belê dewlet ne di rewşeke welê de ye ku vê qebûl bike. Ji xwe ji bo çapemenî nûçeyê çêneke, ji bo dîmenan nekişîne polîsan bend danîne. Dewlet niha weke ku bûyer neqewimiye tevdigere, hewl dide pêşî li nerazîbûnê bigire. Lê belê ev hewldana hêzên ewlekariyê nîşan dide ku tiştek heye ku vedişêrin. Bi dîtina min wê di demeke nêz de Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastinê daxuyaniyeke çewt û berevajî bidin."

'DAWIYA DAWÎ VEGERIYAN SALÊN 90'Î'

Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran got, "Di vê rêyê de ku bi gotina 'em ê meseleya Kurd çareser bikin' bi rê ketin, dawiya dawî li rê û rêbazên salên 1990'î vegeriyan" û li ser êşkence û bûyerên revandinê yên dema dawî wiha axivî: "Destgîrkirina bi rengekî nediyar, revandin, bûyerên bi vî rengî dema dawî ji nû ve ketin rojevê. Li bejahiya Wanê niha rewş nebaş e. Li gorî agahiyên ku tên ber guhê me, ji gelê ku ji zextan bêzar bûne dibêjin, 'wê demê biçin'. Herî dawî endamê me yê Desteya Rêveberiya Navendî bi heman rêbazê hate revandin. Jinûve bicihanîna konsepa înkar û tunekirinê ya salên 90'î cihê fikaran e. Gel ji zext û zordariyê bêzar bûye. Em; HDP wê li dijî van polîtîkayên şer rabin û van polîtîkayan têk bibin."